Naveroka civîna PDKÎ

Naveroka civîna PDKÎ

.

A+A-

Rêveberiya Partiya Demokrata Îranê civîya û hinek pirs û mijarên taybet di civînê de gotubûj kirin. PDKÎ piştî civînû di derbarû naveroka civînê de daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihand.

Daxûyanî:

Civîna hevpar ya Navenda Siyasî û Desteya Kargirî ya PDKÎ li rêkevta 4`ê Pûşpera 1401`an, beramber 25`ê Hezîrana 2022`an hat lidarxistin û di vê civînê de rêberatiya PDKÎ dawîn guherînkarî û pêşhatên siyasî yên Îran, Kurdistan û herêmê nîqaş kirin.

Civîn bi ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin li riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir û piştire Mistefa Hizcirî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ destûra civînê behs kir  û piştî pesendkirinê ji aliyê rêberatiya Hizbê ve, Hicrî di rapora siyasî de yekem beşa karê civînê destpê kir.

Di raporê de Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê bi awayek hûr rewşa Îran, herêm û ev guherînkarî û pirsgirêkên hevpar ên nû yên siyasî behs kir ku li Rojhilata Navîn de hatine pêş û rol û pêgeha Kurd di nav wan pêşhat û egerên siyasî de behs kir.

Herwisa Hicrî îşare bi şiroveyên civînên derbasbûyî yên rêberatiya Hizbê û rewşa îro ya Îran û dana berhev a rewşa navxwe ya rejîm û nerazîbûnên rojane yên tax û qatên Îranê kir ku bi awayek berdewam di bilindkirina dengê mafxwazî yên xwe û piştevaniya Hizba Demokrat bona bidestve hatina mafê rewa yên tax û qadên cuda, neteweyên bindest û azadîxwaz li seranserê Îranê dubare kir.

Di beşeke din ya raporê de, Lêpirsyarê Giştî yê  Hizbê, şerê Rûsya û Ukrayînê, û helwesta welatên herêmên ji ber dawîn pêşhatan û çarenivîsa mijara navkî  û mehandina Oranyûmê,  û herwisa gotûbêjên taybet yên li derheq Lihevkirina Bercamê de behs kir û ragihand, eger li demên derbasbûyî de û piştî hatina li ser kar a Joe Biden û hêviya rejîma Îslamî bi welatên Rojavayî behsa vê yekê dikirin ku, Lihevkirina Bercama nû dê di demek kurt de lihevkirinê bê encam dan, niha tenê ev mijara aliyê kêm di demek kurt de ber bi lihevkirinê naçe belkû, siyaseta şerxwazane ya rejîma Îslamî ya Îranê li herêmê de û pirsa mûşekên balistîk û piştevanîkirin ji hêzên bedel û milîşên herêmê û rewta bûyerên li dijî rejîma Îslamî rawestan e, û lihevkirin dijwartir kiriye, her ev yek jî derfeteke erênî ye bo hêz û aliyên siyasî  yên Opozisyona Îranê û neteweya Kurd bi giştî  û bitaybet Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ku bikarin bi xebata dîplomasî û çalakiyên cuda, rûyê rast yê rejîma Îranê bo cîhana derve bidin eşkere kirin.

Lêpirsyarê Giştî yê di beşeke din ya rapora siyasî de li ser tev ev hewl û civînên ku di heyamên derbasbûyî de bitaybet li Rojhilata Navîn de ku di navbera welatên Erebî yên nerazî li siyasetên Îranê li herêmê, Hevpeymaniya Ereb û Îsraîl û rola dewleta nû ya Amerîkayê li saziya Natoyê de û herwisa temaşekirina bi alîkariyên zêdetir yên wê peymana siyasî û leşkerî û civîn û bernameyên karê paşeroja wan ku biryar wisa ye li rojên 29 û 30`ê Hezîranê de, li welatê Spaniyayê de bicivin û bernameya 10 salên din yên bê yên xwe diyarî dikin, weke xişteyî ye ku xişteyên ewlehî, leşkerî, aborî û … cîhan zêdetir li demên berê zelal kiriye û şerê saziya Natoyê û … ji aliyekî jî hewlên welatên weke Çîn , Rûsiya û Îran li I2U2 berjewendiyên pitir li demên derbasbûyî di navbera hevpeymanên  Îbrahîmî û aliyê din kûrtir kiriye. .

Herwisa Hicrî di rapora xwe de, behsa vê yekê kir ku, em Kurd û neteweyên bindest yên rûniştiyên Îran û tev azadîxwazên herêmê, dibe bi ezmûn vergirtin li xebat û têkoşîna derbasbûiya xwe, bi awayek din temaşeyî pirsgirêkên hevpar yên siyasî û bo bihiêzbûna xebat û giraniya xwe di guherînkariyên siyasî yên Îran û herêmê de, rol û pêgeha xwe dest nîşan bikin.

Rapora siyasî ya Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê, piştî nêrîn û ramanên endamên rêberatiya Hizbê bi koma dengan hat pejrandin.

Di beşek din a karê vê civînê de, rêberatiya Hizbê, Lêpirsyarê Giştî îşare bi kar û çalakiyên vê dawiyê yên serdana derveyî welat kir û beşdarên civînê ji hevdîtinên xwe agehdar kir.

Bihêztir kirina kar û çalakiyên Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê beşek din a behs û mijarên civînê bû ku, bi awayek hûr li ser nîqaşkirin û biryarên hewce di vê derbarê de hatin standin.

Rêberatiya Hizbê carek din li ser helwesta Navenda Siyasî a Hizbê li derheq axavtinên Reza Pehlewî û kesên din ku siyasetên li dijî maf û azadiyên neteweyên din yên Îranê hene pêdagîrî kirin û hevkarî û hevpeymaniya neteweyên bindest, hêz û aliyên siyasî yên Kurdistana Îranê weke barimteya serkevtina vê qonaxa xebata xwe dan zanîn.

Di beşa dawiyê ya karê civînê de, dawîn raporên taybet bi pirsa yekgirtîbûna Demokratan behs hat kirin û ber bi pêşve çûna baş û erêniya karê heyetên taybet yên di wî warî de, bi havêtina pêngavên bandordar bona gihandina bi nencamê ya vê pirsê û yekgirtina Demokratan dan zanîn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Nivîsîngeha Kargirî

5`ê Pûşpera sala 1401`an

26`ê Hezîrana 2022`an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin