Navê Hevrîn Xelef li meydaneke sereke ya Fransayê hat kirin

Navê Hevrîn Xelef li meydaneke sereke ya Fransayê hat kirin

.

A+A-

Serokatiya Şaredariya bajarê Lyonê li Fransayê, navê Hevrîn Xelef li meydanekê kir.

Serokatiya Şaredariya bajarê Lyonê biryar da ku navê Hevrîn Xelef li meydaneke sereke bê kirin.

Di merasîma navlêkirinê de, broşorên danasîna siyasetmedar Kurd Hevrîn Xelef ku di êrişa çekdarên ser bi Tirkiyê ve de jiyana xwe ji dest dabû, li mêvanan hatin belavkirin.

Kesayetiyên naskirî yên Fransî jî beşdarî merasîmê bûn û êdî yek ji meydanên sereke û naskirî li bajarê Lyonê bi navê Hevrîn Xelef e.

Siyasetmedara Kurd bi awayekî hovane hat qetilkirin

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar hat. 

Hevrîn Xelef ku bi xebatên xwe yên di warê mafên mirovan û komkirina grûpên ciyawaz ên Sûrî di bin sîwanekê de dihat naskiriin, bi awayekî hovane hat qetilkirin û li gor rapora otopsiyê, berî ku bê qetilkirin, Hevrîn Xelef ji aliyê wan çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi tundî hat îşkencekirin, bi erdê re hat kaşkirin û lingê wê hat şikandin.

Hevrîn Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partiya Sûriyeya Pêşeroj hatibû damezirandin û Hevrîn Xelf weke Sekretera Giştî ya wê partiyê hatibû hilbijartin.

Qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef di demekî de bû ku Tirkiyê êrişeke berfirfeh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û di encamê de dest danî ser bajarên Serê Kanî û Girê Spî û ev yek jî jibilî kuştina xelkê sivîl û talankirina mal û milk, bû sedema koçberbûna bi sed hezaran Kurdan.

Çekdarên Ehrar El Şerqiye, ku grûpeke opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve ye, bi qetilkirina Hevrîn Xelef tê naskirin.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê jî ragihandibû ku çekdarên grûpa Ehrar el Şerqiye, “kuştin, revandin, îşkence û destbiserdegirtina mal û mulk jî di nav de, taybetî jî li dijî Kurdên Sûriyê gelek tawan kirin” û her bi wê sedemê ceza bi ser wê grûpê de sepandibû.

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin