Navçeyên Zaxo û Soran bûn îdareyên serbixwe

Navçeyên Zaxo û Soran bûn îdareyên serbixwe

.

A+A-

 Berdevkê Hikûmetê ragihand, biryar hatiye dayîn ku navçeya Zaxo ya ser bi Duhokê û navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ve bibin îdareyên serbixwe.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro civiya û yek ji mijarên civînê avakirina du îdareyên nû yên serbixwe bûn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil piştî civînê, kongreyeke rojnamevanî encam da û ragihand ku biryar hatiye dayîn Zaxo û Soran wek du îdareyên serbixwe bên destnîşankirin.

Berdevkê Hikûmetê ragihand, “Serokwezîr amaje bi wê kir, ev herdu dever ji aliyê erdnîgarî ve berfireh in, lewma pêkanîna wan wek îdareyên serbixwe, dê karhêsaniyeke zêde bo hemwelatiyên herdu deveran pêşkêş bike bi rêya gihandina xizmetguzariyan bi lez û rasterast.”

Mijara duyem a civîna îro, girêdayî rêkxistin û zêdekirina dahatan bû û li gor Berdevkê Hikûmetê, “Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr tekezî li ser rêkxistina dahatên navxwe kirin bi arasteyek ku di xizmeta zêdekirina dahata giştî de be bo dabînkirina mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê ku ev karê herî li pêş ê hikûmetê ye.”

Derbarê şandina 200 milyar dînar mehane ji Iraqê bo Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil bersiva Rûdawê da û got, “Me pêngavên baş avêtine di giftugoyan de li ser şandina 200 milyar dînaran û em hêvîdar in şandina ew beşa pere berdewam be.”

Li ser pirsa `gelo hilweşandina birîna mûçe piştî hilbijartinan jî berdewam dibe?` Berdevkê Hikûmetê got, “Hikûmet ne partiyek e ku propagandayê bo xwe bike… lewma ti peywendî bi hilbijartinan nîn e.”

Zêdebûna rêjeya pêketiyên Coronayê jî mijareke civînê bû û Berevkê Hikûmetê got, “Wezîrê Tendirustî raporteke têr û tijî li ser rewşa tendirustî, belavbûna Coronayê li Herêma Kurdistanê û rêjeya pêketiyan (eşkere kir) ku bi rastî di asteke metirsîdar de ye.”

Cotyar Adil ragihand ku gotûbêj li ser mijara hilgirtin û firotina çekan jî hat kirin û “ji aliyê Wezîrê Navxwe ve ew mijar hat pêşkêşkirin û Serokwezîr jî amaje bi wê kir ku ev diyarde gihiştiye asteke metirsîdar û pêwîst e, hilgirtin û kirîn û firotina çekan li gor yasa û moleta Wezareta Navxwe be û pêwîst e ew diyarde bê binbirkirin.”

Berdevkê Hikûmetê eşkere jî kir ku di civîna bê ya Encûmena Wezîran de ev proje (mijara çekan) dîsa dikeve ber yasa, dê bê giftugokirim, temamkirin û bo parlamentoyê bê şandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin