Myles Caggins: Hêzên Sûrîyê êriş kir me jî bersiva wan da

Myles Caggins: Hêzên Sûrîyê êriş kir me jî bersiva wan da

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins derbarê alozîyên îro di navbera hêzên Sûrîyê û hêzên Amerîkayê de ragihand ku hêzên leşkerên Sûrîyê êrişê wan kir û hêzên hevpeymanîyê jî bersiv daye.

A+A-

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins beşdarî Bultena 19:00 a Rûdaw TV ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû û têkildarî alozîyên îro di navbera hêzên Amerîkî û hêzên ser bi hikûmeta Sûrîyê de axivî.

Myles Caggins dîyar kir ku serbazên wan di dema bi hevbeşî ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li herêmêê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê tevdigerîya û çavdêrîyan rêyan dikir de, rû bi rûye hêzeke hikûmeta Sûrîyê bû.

Caggins dibêje dema ku wan hêzên hikûmeta Sûrîyê dîtine, ber bi wan ve çûne û xwestina mebesta xwe ya operasyonê ji wan re zelal bike, lê hêzên Sûrîyê êrişî hêzên Hevpeymanîya Navdewletî kirîye û wan jî bergerî li xwe kirîye û teqe li hêzên Sûrîyê kirine.

Bi gotina Caggins hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li herêmê, bi sedan caran erkên xwe yên berevanîyê bêyî ku bûyerek rû bide pêk anîne û hevpeyman naxwaze ti şereke ligel hêzên Sûrîyê bike, ew tenê ji bo jinavbirina DAIŞê li Heseke û Dêrezorê ne û hevkarîya HSDê dikin.

Li ser pirsa “gelo ev nîşana wê yekê ye êdî Amerîka dê hewl bide hêzên Sûrî ji navçeyên lê dimîne derxîne?” Caggins got: “Nexêr, hêzên Hevpeymanîya Navdewletî bi ti awayî hewl nade ku hêzên hikûmeta Sûrîyê yan jî her hêzeke wê navçeyê, ji cihê xwe ber bi paş ve bibe. Em tenê erkên xwe yên berevanîyê pêk tînin, lê bi rastî me nizanin çima hêzên rejîmê teqe li me kirin û serbazên me kirin armanc. Lê bêguman Hevpeymanîyê çek hene û dê berevanîyê li serbazên xwe bike. Em dê li herêmê li ser erka xwe ya berevanîyê berdewam bin.”

Caggins herwiha da zanîn ku hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ligel alîyên Rûsyayê yên peywendîdar danûstandinan dikin ku ti bûyereke nexwestî rû nede û got: “Weke hûn jî dizanin Rûsya jî hevbeşeke hikûmeta Sûrîyê ye û di asteke nizim de hinek danûstandinên me çêdibin, lê ti danûstandinek mezin a Hevpeyamanîyê ligel hikûmeta Sûrîyê nîne.”

Li ser mijara vekişandina beşek ji hêzên serbazî yên Amerîkayê ji Sûrîyê jî, Caggins got: “Niha me hejmareke zêde ya serbazan li rojhilatê Sûrîyê heye da ku ligel HSDê kar bikin û erka xwe ya berevanîyê pêk bînin, lê hinek biryar hene ji jor tên dayîn. Me ji zû ve rahênan bi pasewanan ve kirîye ku navçeyên xwe biparêzin û nekevin di destê DAIŞê de, lê HSD dê biryarê bidin ka dê wan li kuderê bicih bike.”

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin