Murad Ciwan: Qetranê Tebrîzî; Şairê Qesrên Rewadiyan û Şeddadiyan

Murad Ciwan: Qetranê Tebrîzî; Şairê Qesrên Rewadiyan û Şeddadiyan

.

A+A-

Murad Ciwan

https://muradciwan.com/

Teswîra Qetranê Tebrîzî. Ji Dîwana wî a sala 1962’yê li Tehranê çapbûyî

Qetranê Tebrîzî, şairekî gelek navdar ê sedsala 11ê ye ku li gundeki bi navê Şadiabad ê nêzî Tebrîza paytexta deweleta Rewadiyan hatiye dinyayê û seranserê jiyana xwe li nav herdu dewletên kurd; Şeddadiyan û Rewadiyan derbas kiriye. Ew wek şairê qesrên emîrên Rewadiyan û Şeddadiyan tê naskirin. Geh li Genceya paytexta Şeddadiyan di dîwanên emîrên wê de, geh jî li Tebrîzê di dîwanên emîrên Rewadiyan de tevlî meclisa wan buye, di aheng û eyş û coşên wan de qesîdeyên xwe yên pesinname pêşkêşî wan kirine.

Hema hema hemû şiirên xwe terxanî jiyan, karûbar û pesnên emîrên herdu dewletan, jiyana qesran û dîwan û bajarvaniya civaka Kurdan kiriye, hin şiirên li ser buyerên giring ên biserhatiyên van civakan nivîsîne. Şiira wî ya li ser erdheja zivistana 1042ya a ku Tebrîza paytext hejandiye, kiriye kavil ji van şiiran e.

Tevî ku gelek pêwendîdar e bi dîrok, civak û kultura kurdan a qirnê navîn ve, ev şaire hêja ji bal Kurdan ve nayê nasîn. Lê Îranî wî wek şairekî Fars ê ku li rojavayê İranê li Azerbaycana wê demê, yê ku cara yekê bi Farisî şiir nivîsiye didin nasîn. Wî dîwana xwe ya ku gihaştiye dema me û îro li ber destan e bi Farisiya rojhilat a wê deme a Xorasanê a edebiyata wê deme nivîsîye ku bi navê Derî jî tê nasîn. Lê li gor Nasirê Xusrew di Sefernameya xwe de destnîşan dike, ew pişt re vê Farisiyê hîn buye.

Dîroknasên ku li ser dîroka Îranê, Azerbaycanê, Arranê, Qefqasyayê û dewletên kurd ên wê deme xebat dikin, giringiyeka mezin didin şiirên wî ku ew behsa gelek emîrên kurdan û karûbarên wan dike. Ne ji van şiiran buya îhtîmala mezin, îro me yê hay ji van emîrên ku li deverê rolên giring leyistine nebûna.

Tarîxa jidayikbûn û mirina wî deqîq ne diyar e. Loma di çavkaniyên cuda de, meriv rastî tarîxên cuda tê. Mişterek tê qebûlkirin ku ew salekê di navbera salên 1009-1014ê de ji dayik buye.

Şairê naskirî Enwerê Abîwerdî 60 salan piştî mirina Qetran nivîsiye ku navê wî Ebû Mensûr Qetran el-Cîlî el-Azerbaycanî ye. Hinên din jî bi nisbeya/leqeba Şadîabadî, Tirmizî, Cebelî, Cîlî (Gîlî, Gîlanî) Urmewî û Acelî binav dikin. Lê yên ku van nisbeyan red dikin, dinivîsin ku hin ji van nîsbeyan (wekî Tîrmîzî) nasnavê Qetranekî din in, hin jî yên gund û warên wî ne ku ew jê hatiye (Şadîabad). Li gor Dewlet Şah Semerqendî yê nivîserê bîyografiyan ê dewra Tîmûr a sedsala 15ê navê bavê Qetran Mensûr bû. Ev agahî di çavkaniyên berî wî de nehatiye nîşankirin.

Hin çavkanî jî diyar dikin ku ew ji nesla xanedaniya Rewadiyên desthilatdar buye û nisbeya Azdî bi Qetran ve dikin. Ew lê zêdedikin ku bav û kalên çend sed sal berê yên xanedaniya Rewadiyan, eşîreka Ereb a bi navê Rewadiyên Azdî bûn, ew di destpêka Îslamê de ji devera Yemenê hatibûn şandin alî Azerbaycanê, pişt re ew di nav Kurdên deverê de mehiyan û bûn Rewadiyên Kurd. Helbet gelek dîroknas vê iddiayê red dikin. Esas hê berî Îslamê di dema Sasaniyan de Xelîcê Besrayê û ew perav heta Yemenê, Yemen bi xwe jî di bin serweriya Sasaniyan de bû. Gelek eşîrên kurdan ku eslê wan ji eyaletên Farsê, Kirmanşahê û Cîbalê bûn li van peravan û li Yemenê berpirsên îdarî û eskerî bûn. Ku hinên ji wan deveran hatibin ne şert e Ereb bin. Kurd ji xwe hê berî Îslamê û Sasaniyan jî ji wan deveran heta Azerbaycanê, Başûrê Kafkasyayê di erdên navbera Çiyayên Elbrûzê û peravên başûr ên Deryaya Xezerê de dijiyan, diçûn dihatin.

Qetran bi xwe di şiirên xwe de diyar dike ku ew ji malbateka ji civaka dehqanan (axa an kehyayên gundan ên xwedan zevî yên dewlemend) e.

Di derbarê jiyana Qetranê Tebrîzî de zêde agahî nînin. Şair û gerokê Îranî yê bi navê Nasirê Xusrew, di berhema xwe ya bi navê ‘Sefername’yê de, ku li ser sefera wî ya ber bi Mekkeyê, Hecê de ye, behs dike ku di rêwîtiya xwe de ew demekê li Tebrîzê maye û rastî şairekî bi navê Qetran hatiye: ‘’Di 20’ê Sefera 438ê (26 Agustîya 1046ê) de ez gihaştim bajarê Tebrîzê. Wê rojê ji mehên kevn 5ê Şehriwerê bû. Ew bajar navenda welatê Azerbaycanê ye. Bajarekî avadan e. Min gav bi gav dirêjayî û berayiya wê pîva, herdu jî hezar û çar sed gav hatin. Padîşahê wîlayeta Azerbaycanê di xutbeyan de bi vî awayî dihat binavkirin: El-emîr-ul ecelî Seyfu’d-dewle we Şeref-ul mille Ebû-Mansûr Vehsûdan bîn Muhammed mewla Emîr-ul mu’minîn. Ji min re behs kirin ku li vî bajarî di rojên musterîkayê (pênc rojên ku li sala şemsî tê zêdekirin ji bo sererastkirinê?) de piştî nimêja eşayê ya roja pêncşemê, 17yê meha Rebîulewwela sala 434ê (4ê Qasima 1042yê roja pêncşemê) de erdhej/bumelerze buye, nîvê bajêr hilweşiyaye, qismekî bajêr jî tişt pê nehatiye û gotin 40 hezar kes mirine.

Li Tebrîzê ez rastî şairekî bi navê Qetran hatim. Xweş şiir digotin lê zimanê Farisî baş nizanibû. Hat ba min dîwanên Mencik û Deqîqî anîn, ji bo min xwendin. Maneyên hemû gotinên ku tê nedigihîşt ji min pirsîn, min ew gotin, şirovekirin. Wî şerhên wan nivîsîn, şiirên xwe jî ji min re xwendin.’’

Ji vê agahiya Xusrewî em tê digihîjin ku gava ew li Tebrîzê bû, nasîna wî bi Qetran re çêbû. Qetran wê demê îdî şairekî bi kêmasî li devera xwe naskirî bû. Şiirên xwe ji bo wî xwendibûn û ew bi dilê Xusrew bûn. Lê Xusrew diyar dike ku wî baş bi Farisî nizanîbû, heta dîwanên Mencik û Deqîqî anîbûn, hin der ji bal wî ve nedihatin zanîn, wî ew ji Xusrew pirsîn, Xusrew jê re şîrovekirin. Qetran şerhên wan li deftera xwe nivîsîn. Nexwe Qetran xwedan zimanekî din bû, Farisiya ku wê demê di edebiyatê de ji deverên Rewadî û Şeddadiyan bigire heta Xorasanê û Efxanistanê dihat bikaranîn baş nizanibû. Ew hîn fêrî vî zimanî dibû.

Farisiya ku wê demê zimanê edebiyatê bû ew Farisiya Rojhilatê a devera Xorasanê bû, jê re Derî jî dihat gotin. Derî îro li Efxanistanê li gel Peştuyî zimanê resmî ye.

Hin kesên dîroknas û edebiyatnasên Fars û Azeriyên dema modern (mesela Ahmed Kesrawî) îddî dikin ku Qetran Farisiya Rojava yan jî a ku nuha jê re Azerîya kevn tê gotin diaxaft, wî Farisiya rojhilat a ku gelek peyvên biyanî ên wekî Soxdî tê de bûn fahm nedikir, loma jî ji Nasirê Xusrew pirsî. Lê hin zimannas diyar dikin ku Farisiya rojhilat a wê deme xwerutirîn Farisî bû, di asteka bilind de geş bûbû û bûbû zimanê edebiyatê yê qesr û dîwanên şahan, melikan û emîran.

Loma jî mesela idiaya ku wî tenê Farisiya Rojava dizanî xwe naspêre delîlekî bawerpêhatî. Qetran di nav civaka Kurdan de dijiya, ji çîneka serdast a dehqanan (axayên/kehyayên gund) bû, heta li gor îdiayan ew ji malbata Rewadiyan bû ku ev xanedanî wek Şeddadiyan beşek e ji konfederasyona eşîra Kurdên Hezbanî. Ronakbîrekî wê civakê bû, Îhtîmala mezin ew e ku zimanê wî yê dayikê kurdiya deverê a wê sedsalê(11.) bû. Ew di perwerdeya ilm û îrfanê de Farisî hîn dibû. Ji bo şiirên bilind nirxandî Farisiya edebî ya wê demê a di rewacê de jê re lazim bû. Ew baş hîn dibû û gotinên hînkirî, li gel şerh û maneyên wan li ba xwe qeyd dikirin. Qasî ku tê fahmkirin wî li gel şiirên xwe yên ku pişt re bûne dîwaneka mezin, kitêbeka awe ferhengeka şîrovekirî amade kiriye, navê wê Tefasîr fî Luxet el’Furs e. Mixabin ew ferheng negihîştiye dema me, heta nuha nehatiye dîtin. Ji vê xebata wî di pêşgotina ferhenga Esedê Tûsî de tê bahskirin ku hemdemê wî bû. Ferhenga Tûsî ji bo civaka Azerbaycanê ya perwerdedîtî hatiye amadekirin. Esed di xebata xwe de ji beytên Qetran peyv neqil nekirine, lê dinivîse ku bi vê ferhengê armanca Qetran ew buye ku peyvên Farisiya Rojhilat yên kêmaşîna zelal bike, bi civaka rojava bide zanîn. Ji bo ku berhem negihîştiye dema me, mixabin em nizanin şîrovekirinên li hemberî gotinên nenas bi kîjan ziaman an lehçeye bûn.

Dîroknas û edebiyatnas her wiha diyar dikin ku piştî hatina Oxuzên Selçûqî a Xorasanê û ji wir ve jî deverên din ên Rojhilatê Îranê (Persiyayê) ên wek Kirman, İsfahan, Cîbal, Fars û deverên din, hem gelek desthilatdarên wan deveran ji ber êrîş, talan û dagirkeriyên wan ber bi başûr û rojavayê Îranê; Azerbaycanê ve çûne, hem alim û şair û edîbên wan reviyane van deveran, Farisiya rojhilat jî bi vê minasebetê ber bi rojava û başûr ve berfireh buye û ew dever jî vegirtine.

Ji agahiyên Nasirê Xusrew em tê digihîjin ku berî hatina wî bi çar salan li Tebrîzê erdhejeke mezin rû daye bajar zêde zêde hilweşiyaye, 40 hezar însan mirine. Qetranê Tebrîzî îhtîmala mezin hê berî hatina Xusrew a Tebrîzê, germagerm piştî erdhejê şiireka dûrûdirêj li ser vê trajediya mezin û encamên wê nivîsandiye.

Çavkaniyên dîrokî dinivîsin ku erdeheja Tebrîzê bajar kavil kiriye, lê emîrê Rewadî Ebû Mansur Vehsudan (desthilstdarî 1019-1059) û malbata xwe bi saxî jê xelas bûne û destbidest fermana avakirina bajêr ya ji nuh ve daye, di demeka kurt de hemî bajar cardin bi awayekî rêkûpêk û xweş hatiye avakirin. Loma Nasirê Xusrew ê ku çar salan piştî erdhejê hatiye Tebrîzê, bi taybetî bal kêşaye serê ku bajarekî avadan e.

Cara pêşîn kolleksiyonistekî Îranî yê dewlemend ê bi navê Hacî Muhemmed Naxcewanî, şiirên Qetranê Tebrîzî berhev kirine û weka dîwanekê ew di sala 1962’yê de hatine çapkirin. Navê vê çapa ewil Dîwana Qetranê Tebrîzî ye. Li rûpelê binê bergê Dîwanê Hekîm Qetranê Tebrîzî hatiye nivîsîn. Ew ji çend dîwanên destnivîs ên berê û ji qesîdeyên wî yên belav-belav hatine berhev kirin. Loma hin îddîa hene ku hin qesîdeyên tê de ne yên wî ne. Di dîwanê de şiirên bi awayê qesîdeyên methiyeyi/pesinderî, mesnewî û rubaî hene.

Şiirên wî hema hema hemî pesn û nasandina emîr û fermanrewayên deverê bi taybetî li ser emîrên kurd ên Rewadî û Şeddadiya ne. Ji xwe wî temamiya jiyana xwe di qesr û dîwanên emîrên van herdu dewletan de derbas kiriye, ji nêzîk ve buye heval, dost û sirdaşên wan emîran, gelek hezkiriyê wan buye, xelat û pêşkêşiyên giranbuha ji wan wergirtine. Geh li Tebrîzê û geh li Genceyê jiyaye.

Dîwana wî bi Farisiya edebî (Derî) ye, heta nuha nehatiye wergerandin ser kurdî û vekolîn li serê nehatine kirin, tevî ku hema hema temamiya wê li ser dîroka Kurdan a qirnê navîn, li ser karûbarên emîrên Rewadî û Şedadiyan û dewlet û mîrtiyên li derûdora wan e. Hin dîroknasên Ewropî, ji wan Jan Rypka işaret dikin ku wî li ser hev qesîde li ser 30 emîrên deverê nivîsîne. Oryantalîst û zimannasê Brîtanî E. Denison Ross dinivîse ku Qetran li ser 20 emîran nivîsiye û lîsteya duwanzde navên ku wî di şiiran de tesbît kirine dide; 1- Emîr Îmaduddîn Ebû Nasir. 2- Ebu Nasir Muhammed bin Mes’ud bîn Memlan. 3- Ebû’l Mensûr Mes’ûd bîn Memlan. 4- Ebu’l Muzaffer Fazlûn(Fedlûn). 5- Ebu’l Heyca Menûçehr bin Wehsûdan. 6- Ebu’l Qasim Ebdullah bin Wehsûdan. 7- Emîr Seyyid’l Mensûr Ebu’l Fezl Cafer bîn Elî. 8- Ebu’l Xelîl Cafer bin Elî (yan bîn İzzeddîn). 9-Ebû Dulaf. 10-Ebu’l Muemmer. 11-Ebu’l Yusr. 12-Ebu’l Hesen.  Wî li ser Ebû Mensûrê hukumdarê Rewadîyan (1019-1059), kurê wî û xelefê wî Ebu Nasir Memlanê IIê(1058/59-1070), hakimên Şeddadiyan yê Genceyê Ebu’l Eswar(Suwar) Şawur ibn Fadl[un] [desthilatdari 1022-1067) û Fadl[un] îbn Şawur(1067-1073) nivîsîne. Wekî din hakimê Nexciwanê  Ebû Dulafê Deyranî heye.  

Di qesîdeyên xwe de Qetran behsa êrîşên Oxuzan ên ser Azerbaycanê ên sala 1040ê dike. Ew her wiha behsa peymaneka aştiyê ya navbera herdu dewletên kurd Rewadî û Şeddadiyan jî dike. Wek me got trajediya erdheja Tebrîzê a Çiriya Paşîn(Qasim) a 1042yê jî tê de heye.

Hin îddîa dikin berhema bi navê Qawusname[2] ya Qetranê Tebrîzî ye hin jî dinivîsin ku ya Qetranê Tirmizî ye ku nêzîkî sed salan piştî wî jiyaye. Her wiha tê îdîakirin ku hin şiirên Qetranê Tebrîzî û şairê naskirî yê İranî Rudakî (m. 941) ji bo ku dişibin hev û patronên/hamiyên wan nêzî hev in; her wekî hukumdarê Samaniyan Nasir ibn Ahmed (hukumdari 914-943) û yê Rewadiyan Ebû Nasir Memlan hatine têkilhevkirin.  Qetranê Tebrîzî yekem kes e ku li Azerbaycana wê demê, bi Derî qesîde nivîsîne.

Tarîxa mirina Qetranê Tebrîzî esseh ne diyar e. Ew di dawiya jiyê xwe de bi nexweşiya ‘’gut’’ê ketiye. Ew li Genceyê mir. Nexweşiya gutê wek wî elametî tê dîtin ku ew jiyaneka gelek lüks a bi debdebe jiyaye.  Şairê Îranî ê sedsala nozdehan Riza Qulî Xan Hidayet dinivîse ku ew di 1072’yê de miriye. Li ji qesîdeyeka Qetran a ku ji bo pesnê Ebû Nasir Memlanê Rewadî hatiye nivîsîn tê xwiyakirin ku ew heta sala 1088ê jiyaye.  Li gor Takî, Qetran di 1092yê de miriye.

E. Denisen Ross destnîşan dike ku ne ji Qetranê Tebrîzî buya me yê gelek ji wan emîrên dewletên deverê nas nekiraya. Agahiyên dîrokî derheqê vê deverê de gelek kêm in Ross bi saya Diwana Qetran wek çavkaniyeka dîrokî gelek war û buyerên Xanedaniyên Şeddadiyan, Musafiriyan(Salariyan) û Ziyariyan (Xanedaniya ku niviskarê Qabûsnameyê Keykawûs emîrekî wan) ji bo me ronahîtir dike.

Di qesîdeyên Qetranê Tebrîzî de her wiha nav û karûbarên emîr û sultanên Selçûqî û xelîfeyên Ebbasî jî derbas dibin.

Bibliografiya

Xusrew, Nasir-i. Sefernameyê Naser. bi Farisî. Amadekirina Xusrew Alawî, 1922, Tehran.

Ross, E. Denison, On Three Muhammadan Dynasties in Northrern Persia in The Tenth and Eleventh Centuries.

Tabrîzî, Qetran. Dîwanê Qetranê Tebrîzî, Berhevkirina Haci Muhammed Naxcewanî, Çapxaneyê Ferdîn, Çapê ewwel, 1322, Entîşaratê Qetnûs, Tehran

de Blois, Francois (2004). Persian Literature – A Bio-Bibliographical Survey: Poetry of the Pre-Mongol Period (Volume V). Routledge.

de Bruijn, J.T.P. (1978). “Iran, vii.—LITERATURE”. In van Donzel, E.; Lewis, B.; Pellat, Ch. & Bosworth, C. E. (eds.). The Encyclopaedia of Islam, New Edition, Volume IV: Iran–Kha. Leiden: E. J. Brill.

Dehghan, I. (1978). “Ḳaṭrān”. In van Donzel, E. Lewis, B. Pellat, Ch. & Bosworth, C. E. (eds.). The Encyclopaedia of Islam, New Edition, Volume IV: Iran–Kha. Leiden: E. J. Brill.

Ettehad, Hushang (2009). “Naḵjavāni, Ḥājj Moḥammad”. Encyclopedia Iranica, online edition. New York.

Frye, R. N. (2004). “IRAN v. PEOPLES OF IRAN (1) A General Survey”. In Yarshater, Ehsan (ed.). Encyclopædia Iranica, Volume XIII/3: Iran II. Iranian history–Iran V. Peoples of Iran. London and New York: Routledge & Kegan Paul. r. 321–326.

Paul, Ludwig (2000). “PERSIAN LANGUAGE i. Early New Persian”. Encyclopædia Iranica, online edition. New York.

Peacock, Andrew (2000). “Shaddadids”. Encyclopædia Iranica, online edition. New York.

Peacock, Andrew (2017). “Rawwadids”. Encyclopædia Iranica, online edition. New York.

Rypka, Jan (1968). History of Iranian Literature. Springer Netherlands.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin