Mucahîd Bîlîcî: Çek bûye asteng li pêşiya azadbûna kurdan li Tirkiyê!

Mucahîd Bîlîcî: Çek bûye asteng li pêşiya azadbûna kurdan li Tirkiyê!

Rewşenbîrê kurd yê Bakûrê Kurdistanê dibêje, PKK wisa hizir dike ku dikare bi zora sîlahan, welatekî 80 milyonî demokratîk bike lê divê bizanibe ku sîlah bûye asteng li pêşiya azadbûna kurdan.

A+A-

Rewşenbîrê kurd yê Bakûrê Kurdistanê dibêje, PKK wisa hizir dike ku dikare bi zora sîlahan, welatekî 80 milyonî demokratîk bike lê divê bizanibe ku sîlah bûye asteng li pêşiya azadbûna kurdan.

Rewşenbîr û nivîskarê kurd yê Bakûrê Kurdistanê, Mucahîd Bîlîcî ji malpera tirkî ya bi navê “arti gerçek” re behsa xebata kurdan li Tirkiyê kiriye û gotiye, serhildan û xebat û potansiyelên kurdan xelet hatine bikaranîn û heta niha jî bi xeletî tên bikaranîn.

Mucahîd Bîlîcî li ser PKKê û şerê çekdarî jî gotiye, PKK wisa hizir dike ku dikare bi zora sîlahê welatekî 80 milyonî (qesta wî Tirkiye ye) demokratîk bike, bo wê jî dibêje ew civaka ku jê nefret dike, aşiqê wê ye! Îro li Tirkiyê herî zêde sîlah û çek faşîzma AKP û MHPê xurt dike, çek li pêşiya azadbûna kurdên Tirkiyê bûye asteng. PKK bûye amûrek ku bo serkutkirina xebata sivîl û demokratîk ya kurdan tê bikaranîn.

Nivîskarê kurd Mucahîd Bîlîcî li bajarê Farqîn yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sosyolojî xwendiye û doktoraya xwe jî li Amerîka xilas kiriye. Pirtûkên wî him bi înglîzî hene him jî bi tirkî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin