Modelê Kurd li Îtalyayê deng vedaye

Modelê Kurd li Îtalyayê deng vedaye

Modelê navdar ê Kurd Koçer Farac hata niha ligel 30 markeyên bi nav û deng ên cîhanî kar kiriy

A+A-

Modelê navdar ê Kurd Koçer Farac hata niha ligel 30 markeyên bi nav û deng ên cîhanî kar kiriye.

 

Modelê Kurd Koçer Farac ku li ser Instagramê zêdeyî nîv milyon şopînerên wî hene, bi projeyên beşdar dibe, bala dikêşine ser xwe. Koçer Farac herî dawî li Îtalyayê beşdarî projeya dîzaynerê cilûbergan Mariano de Vaio bûye.

Farac herwiha bûye yek ji rûyê reklamên markeya NOHOWê û ligel modelên cîhanî yên navdar di haman projeyê de beşdarî kiriye.

 

Koçer Farac derbarê kar û projeyên xwe de lige Rûdawê hevpeyvînek pêk anî û têde behsa jiyana xwe ya taybet jî kir.

Rûdaw: Te çawa dest bi karê modeliyê kir?

Koçer Feraç: Ez dixwazim li pêş kamereyê kar bikim, lê naxwazim ji min re bibêjin model an jî nîmayişkar. Çimkî ew dibe mijara karekî sereke û rojane. Ez zêdetir li ser stîla por kar dikim. Yekemîn karê min ji bo markeyeke Swêdî di sala 2008î de bû. Wan dê ji bo koleksiyona werza havînê hinek dîmen û wêne tomar bikiran, wê demê ez jî beşdar bûm.

Ji xeynî markeya Swêdî, te ligel markeyên din kar kiriye?

Ji bilî projeya min a di sala 2008ê de min ligel 30 markeyên cuda yên cîhanî kar kiriye. Herwiha min ligel markeya cîhanî ya bi nav û deng NOHOWê jî kar kiriye.

Ligel dîzaynerên Kurd peywendiyên te hene?

Peywendiyên min ligel ti dîzaynerek Kurd nîne.

Niha li Kurdistanê hejmareke zêde kes modelîtiyê dikin. Tu derbarê projeyên wan de çi dibêjî?

Ez gelek keyfxweş im ku dibînim gencên Kurdistanê di vî warî de kar dikin û xewn û xeyalên wan hene. Hêvîdarim serkeftî û berdewam bin, lê mixabin hinek caran dibînim hinek kesên ku taybetmediyên modeltiyê pê re nîne, lê dîsa xwe wekî nîmiyaşkar didin nasîn. Bi rastî ez li hemberî vê yekê dilgiran dibim. Ez hêvî dikim ku gencên kurd di vî warî de ji hev re alîkar bin.

Wêneyê te yê ligel hevjîna te li ser medyaya civakî bi awayekî zêde hatiye belavkirin. We çawa hev nas kir?

Ez û hevjîna min heman karî dikin. Em herdu jî li ser stîla porê dixebitin. Hevjîna min jî di eslê xwe de Kurd e. Me li sala kuaforiya wê hevdu nas kir.

Berî niha tu ligel dîzaynkarê navdar ê îtalî Mariano Di Vaio beşdarî projeyekê bû û wêneyên te û wî yên bi hev re belav bûn. Ew projeya we çawa bû? Niha jî peywendiyên te ligel Mariano Di Vaio  hene?

Ew heyameke dirêj bû peywendiyên min ligel Mariano Di Vaio  hebûn. Me xwest ku em bi hev re kar bikin. Wî markaya cilûbergan a bi navê NOHOWê damezrand û ji bo koleksiyona havînê min û wî bi hev re di heman projeyê de cih girt. Wêneyên koleksiyonê li Îtalyayê hatin tomarkirin û biryar e di demeke nêzîk bi giştî bêne belavkirin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin