Mistefa Hicrî berdana terorîst Esedullah Esedî şermezar kir

Mistefa Hicrî berdana terorîst Esedullah Esedî şermezar kir

.

A+A-

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, di peyamekê de berdana terorîst “Esedullah Esedî” ji aliyê welatê Biljîkê ve şermezar kir û ragihand, ev kiryare wekî çiraya kesk e ji rejîmê re ji bo encamdana kiryarên terorîstî û jinavbirina çalakvanên siyasî li derveyê welat.

Rêzdar “Mistefa Hicrî” bi weşana peyamekê di vê derheqê de daye zanîn: “Azadkirina terorîst Esedullah Esedî li Biljîkê li hember azadkirina yek ji hevwelatiyên Biljîkî ku ji aliyê rejîmê ve bi dîl hatibû girtin, sedemê dilgiraniya me ye.

Ev terorîste ji aliyê dadgeheke bêalî li Biljîkê bi tawana terorîzmê hatibû mehkûmkirin. Ev kiryare wek çiraya kesk ji rejîmê re ye da ku hem çalakvanên siyasî li derveyê welat ji nav bibe û hem jî kiryarên terorîstî encam bide.

Rêzdar Mistefa Hicrî dibêje: “Hizba me yek ji qurbaniyên terora dewleta rejîma Îranê li derveyê welat e”.

Rêzdar “Hicrî” di dawiyê de gotiye: “Ev karê hikûmeta Biljîkê, careke din ev yeka anî bîra me ku mafê mirovî dikare bibe qurbaniya lihevhatinên siyasî, heta li welatek demokrat li Ewropayê wekî Biljîkê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin