Misir jî TSK rûreş kir: Em piştgirî didin hikûmet û gelê Iraqê

Misir jî TSK rûreş kir: Em piştgirî didin hikûmet û gelê Iraqê

Misirê operasyonên Tirkîyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê weke “kiryarên dijminkarî” bi nav kir û tevî şermezarkirina wan operasyonan ragihand, “dibe ku bibe sedema têkbirina asayiş û îstiqrara li navçeyê.”

A+A-

Wezareta Derve ya Misirê têkildarî operayona vê dawîyê ya Tirkîyê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bakurê Iraqê bertek nîşan da û ew operasyon şermezar kir.

Di daxuyanîyê de, operasyonên Tirkîyê wek “binpêkirina berdewam a serwerîya Iraqê” û “kiryarên dijminkarî” bi nav dike û dibêje, Tirkîye bi “îddiaya parastina asayişa netewî ya xwe” wan operasyonan pêk tîne, û tekez dike, ku ew yek redkirî ye û nayê qebûlkirin.

Wezareta Derve ya Misirê dîyar dike, “ev rêbaza ku Tirkîyê daye ber xwe, redkirî ye û dibe ku ewlehî û istiqrara li navçeyê têk bibe.”

Misir herwiha dibêje, bi wan kiryaran, helwêsta Misirê tê selimandin ku çendîn caran dîyar kirîye ku “Tirkîye çavkanîya sereke ya nebûna istiqrarê li navçeyê ye.”

Wezareta Derve ya Misirê, piştevanîya xwe bo hikûmet û gelê Iraqê bo rûbirûbûna “kiryarên provakatîv” ên Tirkîyê radigihîne û bang li hemû alîyan dike ku “bi gotin û bi kiryar rêzê li serwerîya Iraqê bigirin.”

Artêşa Tirkîyê di 15ê vê mehê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê vê mehê de jî operasyona “Çengê Piling’ li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkîyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin