Mîrê Êzidiyan: Dosyeya Şingalê êdî bûye dosyeyeke cîhanî

Mîrê Êzidiyan: Dosyeya Şingalê êdî bûye dosyeyeke cîhanî

.

A+A-

Piştî biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo naskirina komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd, Mîrê Êzidiyan ragihand, êdî dosyeya Şingalê bûye dosyeyeke navdewletî û got, daxwaza Êzdiyan avakirina Şingalê û vegera bo warê xwe ye.

Roja Pêncşemê 29ê Çileya 2023an, Parlamentoya Almanyayê bi yekdengî pêşnûmeyek qebûl kir ku li gor wê pêşnûmeyê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd hat naskirin.

Di pêşnûmeyê de tê gotin, “Parlamento qebûl dike ku tawanên ku DAIŞê di sala 2014an de li dijî civaka êzîdî li ser axa Iraqê pêk anîne, di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ji bo rêgirtin û cezakirina tawanên jenosîdê jenosîd e.”

Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg bi serokatiya şandekê di civîna parlamentoya Almanyayê ya taybet bi naskirina jenosîda Êzidiyan amade bû.

Mîr Hazim Tehsîn Beg derbarê biryara parlamentoya Almanyayê de ji Rûdawê re got, ji bo civaka Êzidî rojeke dîrokî ye. Em ji Almanyayê dixwazin Şingalê avedan bike û xelkê me vegerîne ser warê xwe. Ji bo Şingalê û Êzidiyan biryarên gelek giring hatin dan.

Mîrê Êzidiyan di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi nerazîbûna xwe û civaka Kurdên Êzidî li beramber madeya 7 a pêşnûmeya parlamentoya Almanyayê ya derbarê jenosîda Êzidiyan kir û got, ew li dijî wê madeyê ne û civaka Êzidî qebûl nake, zarokên ji bavên DAIŞî vegerin nav civaka wan.

Derbarê wê yekê de Mîr Hazim got, “Ev biryar 20 made hene, em ji madeya 7 nerazî ne. Hemû Êzidî nerazî ne. Li ser madeya 7ê ez wek Mîrê Êziyan ez nerazî me û ez dixwazim ev made ji bo me bînin derê.”

Metna biryara Parlamentoya Almanyayê ya derbarê jeosîda Kurdên Êzidî de ji 20 madeyan pêk tê û di xala 7an de tê xwestin, zarokên ku ji ber destdirêjiya seksî ya çeteyên DAIŞ’ê li jinên Êzidî çêbûne, di nava civaka Êzidî de bên qebûlkirin. Ev rewşek berovajî Êzidiyatiyê ye.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di nirxandina vê madeyê de got, “Di vê madeyê tê gotin ku ew zarok di nav civaka Êzidî de bên wergirtin, lê civaka Êzidî wê yekê qebûl nake, em wek Êzidî qebûl nakin. Qanûna Iraqê bi xwe jî qebûl nake. Berî niha me qebûl kiriye ku jin û xwişkên me vegeriyan, me ew qebûl kirin, lê em van zarokan qebûl nakin.”

Mîrê Êzidiyan diyar kir ku di hemû platformên navneteweyî de behsa Şingalê tê kirin û got, “Êdî Şingal bûye dosyayeke navneteweyî. Me di hevdîtinên xwe yên navneteweyî de ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê zext li Iraqê kir. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku vê pirsgirêkê çareser bike. Li gorî me jenosîd hê jî didome.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî ji Rûdawê re ragihand, ew pêşwazî li qebûlkirina pêşnûmeyê dikin û got, “Em nikarin vê komkujiyê pûç bikin, lê em dikarin dadmendiyê pêk bînin.”

Bi wê pêngavê, Parlamentoya Almanyayê bû çaremîn parlamentoya Ewropayê ku qirkirina Kurdên Êzdî nas dike.

Parlamentoya Fransa yekemîn bû ku di sala 2016’an de komkujiya li ser Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir û piştre Parlamentoya Hollanda û Belçîkayê jî heman biryar dan.

Di biryarê de bang li hikûmeta Almanyayê hatiye kirin, di warê darayî de piştgiriya vegera Kurdên Êzidî bo ser mal û warê xwe bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin