Mihemed Îsmaîl: ENKSê dê mijara Efrîn û Serê Kaniyê ligel berpirsên Amerîkî gotûbêj bike

Mihemed Îsmaîl: ENKSê dê mijara Efrîn û Serê Kaniyê ligel berpirsên Amerîkî gotûbêj bike

.

A+A-

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pederson heftiya borî serdana Şamê kir û hewl dide ku di demeke nêzîk de gereke din ya danûstandinên Cenevê ji bo nivîsandina destûreke nû ya Sûriyê destpê bikin. Ji aliyê din ve Nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî li Amerîkayê ne û hewlên çareserkirina krîza li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê didin.

Aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê heya niha lihev nekirine ku bihevre kar bikin û vê derfetê ji dest nedin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi şandeke serdana New Yorkê kiriye ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî.  Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî PYNKê û MSD û Rêveberiya Xweser hewl didin ku danpêdanekê bidest bixin û beşdarî danûstandinên navdewletî bibin.

Heftiya borî, şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pederson, serdana Şama paytexta Sûriyê kiribû, bi wateya ku di hewlên xwe de berdewam e, ji bo nûdestpêkirina gerên danûstandinên Komîteya Nivîsîna Destûra wî welatî.

Hevterîpî wan hewlan, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, bi tena xwe, hem jî di nav Îtîlafa Opozsiyona Sûriyê, bi şandeke serdana New Yorkê kiriye.

Endamê Serkirdayetiya ENKSê Mihemed Îsmaîl dibêje: “Şandeke ji hemahengiya Sûrî ku ji 5 kesan pêk tê bo Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî hate vexwendin. Yek ji wan Cîgirê Serokê Hemanhengiya Sûriyê yê Kurd Dr. Ebdulhekîm Beşar e û çar kes jî ji Desteya Danûstandinan in. Di nav de jî yek Îbrahîm Biro ye ku Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê ye. Ew dê danûstandinan ligel nûnerên wan hemû welatên xwedî hêz bikin. Herwiha şanda me (ENKS) jî dê ji aliyê xwe ve hewl bide hinek hevdîtinan bike û dê behsa mijara vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî bikin.”

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser jî, di hewl û tevgeran de berdewam in, ji bo bidesxistina piştgiriya dewletên xwedî bandor li ser pirsa Sûriyê, ji bo danpêdanekê bi Rêveberiya Xweser û beşdarîkirina wan aliyan di danûstandinên navdewletî de, ku girêdayî wî welatî ne.

Serkirdeyê ji Encûmena Sûriyeya Demokratîk Telal Mihemed jî got: “Niha hewl ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berdewam in. Pederson di vê serdana xwe ya li Şamê de got ku divê gera 6em Cenêvê pêk were. Herwiha niha hewl tê dayîn ku nûnerên Rêveberiya Xweser jî beşdarî danûstandinên derbarê destûra bingehîn de bibin.”

Hevdem ligel vê yekê şandên Amerîkî û Rûsî derbarê paşeroja Sûriyê li Cenêvê civiyane, bi wateya ku ev hemû cimûcol û tevger nîşana gera li çareseriyekê ne ji bo krîza Sûriyê, ku di sala xwe ya dehem de ye, lê hêj rewşa wî welatî weke xwe ye û hewl û tevger jî hêj berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin