Mezlûm Kobanî: Îsal karê me yê sereke lidarxistina hilbijartinan e

Mezlûm Kobanî: Îsal karê me yê sereke lidarxistina hilbijartinan e

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di peyama xwe ya sersalê de ragihand, ku di sala nû de aramî û pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser û lidarxistina hilbijartinan dê karên wan yên li pêş bin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî bi helkefta hatina sala nû ya zayînî ya 2021, peyamek li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

General Mezlûm Kobanî di destpêka peyama xwe de dibêje, saleke kirîzan rûbirûyê cîhanê bû û tekez dike: “Ez di destpêka sala nû de, baştirîn hêviyan ji bo tendirustî, istiqrar û ewlehî û aştiyê ji we re dixwazim.”

Kobanî di beşeke din a peyama xwe de amaje bi wê yekê dike, ku ew dê di sala nû de kar li ser lidarxistina hilbijartinan li navçeyên Rêveberiya Xweser bikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha diyar dike, ku di sala nû de plana wan ev e ku kar li ser pêşxistina saziyên Rêveberiya Xeser û baştirkirina rewşa aborî bikin.

Mezlûm Kobanî wiha dibêje: “Pêkanîna ewlehî û aştiyê û pêşxistina saziyên îdarî û aborî yên Rêveberiya Xweser û lidarxistina hilbijartinan, dê karên me yên herî li pêş di sala nû de bin.”

Di dawiya peyama xwe de General Kobanî dibêje: “Her sal gelê me û xelkê me û malbatên şehîdên me li ser xêrê bin.”

Mijara lidarxistina hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, yek ji mijarên nakok di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ye û mijareke giring  a danûstandinên navbera herdu aliyan ji bo birêvebirina Rojavayê Kurdistanê ye.

Biryar e destpêka îsal tîma Wezareta Derve ya Amerîkayê vegere Rojavayê Kurdistanê û careke din dest bi danûstandinên Kurdî-Kurdî di navbra Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de bê kirin, ku du qonaxên wê bi dawî hatine û wê carê dê qonaxa sêyem a danûstandinan dest pê bike.

Dê qonaxa sêyem a danûstandinan li ser awayê birêvebirina Rêveberiya Xweser û pirsên leşkerî be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin