Mezlûm: Bi razîbûna Trump Tirkîyê êrîşî ser rojavayê Kurdistanê kir

Mezlûm: Bi razîbûna Trump Tirkîyê êrîşî ser rojavayê Kurdistanê kir

Mezlûm Kobanî, fermandrê giştî yê HSD di hevpeyvîneke xwe de ligel medyaya erebî ragihand, ku êrîşa li ser Serê Kanî û Girê Spî li gor peymaneke di navbera Erdogan û Trump de çêbûn û Amerîka îşareta kesk da Tirkîyê ji bo êrîşî rojavayê Kurdistanê bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mezlûm Kobanî her wiha got, Amerîka ezman ji Tirkîyê azad kir ji bo ku êrîş bike, ew êrîş bi talkîmata Donald Trump çêbû.

Mezlûm Kobanî her wiha di wê hevpeyvîna xwe de dibêje, Amerîka xwe bi parastina bîrên petrolê re mijûl dike û tu stratejîyeke wê ji bo Sûrîyê tune ye.

Fermandarê HSD got, hikûmeta Sûrîyê ji wan xwestîye ku tevlî artêşê bibin û fermandarên HSD dikarin ritbeya xwe biparêzin lê wan red kirine.

Eyîn Îsa û Tel Temir radestî Rûsîyê û rjîma Sûrîyê nakîn

Mezlûm Ebdê, behsa rewşa dawîyê li Rojavaya Kurdistanê kir û got: Tirkîyê  rêkeftina agirbestê li gel Emerîkayê binpêkir û niha şerê li ser Eyîn Îsa û Tel Temir rawestaye; ew jî çunku hêzên wan rastî şkestineke mezin hatin û hewl dan vegerin navçeyên xwe li Izazê û Idilbê ku niha Idilb rastî operasyonên serbazî dihêt.

Mezlûm Ebdê got jî: Ew bajrokên Eyîn Îsa û Tel Temir radestî Rûsîyê û hikumet Suiryê nakin û di bin kontrola wan de dê bimînin, li gor wê rêkeftinên di navbera wan de heye.

Fermandarê giştî yê HSDyê herweha got: Emerîka gilopa kesik da Tirkîyê û esman jê re hêla ku operasyona xwe li rojavaya Kurdistanê destpêbike.

Eşkere jî kirîye: Eemerîka bi wan re gotibû, ku ev biryara Tirampe û Tirkîyê dê êrîş bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin