Metirsiya bûyera Zaxo - Arif Qurbanî *

Metirsiya bûyera Zaxo - Arif Qurbanî *

.

A+A-

Arif Qurbanî

Di salên 80 yên sedsala borî de, ji ber ku Iraq li dijî Îranê di şer de bû, berfirehiya eniyên şer wisa kiribû Iraq neçar be pişka herî zêde ya artêşa xwe li wan navçeyan kom bike ku qadên şer bûn. Vê yekê jî derfet ji hêzên siyasî yên Kurdistanê re xweş kiribû ku hinek navçeyên ku artêş li wan nemabû wek navçeyên azadkirî ji xwe re çêbikin, ku paşê bûne cihê hewandin û çalakiyên siyasî yên partî û hêzên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nola hêzeke çekdar a nûavabûyî yek ji wan hêzên siyasî bû ku mifa ji wan valahiyên navçeyên sînorî wergirt û çend navendên xwe li wan deran ava kir. Dema destpêkirina xebata çekdarî li dijî dewleta Tirkiyê ragihand, ji wan navçeyên sînorî mefrezeyên partîzanî dişand nav Bakurê Kurdistanê, çalakî pêk dianîn û vedigeriyan navendên xwe. Ev yek bû motîvasyon ku Tirkiye peymaneke emnî bi Iraqê re girê bide ku rê bide Tirkiyê were nav kûrahiya axa Iraqê.

Di wê şert û mercê de ku Iraq gêrî nav şerekê dijwar bi Îranê re bûbû, li hundir jî hêzên pêşmergeyên partiyên kurdî û çalakiyên pêşmeratiyê geş bûbûn, destê Îranê jî gihiştibû nav hêzên neyarên Iraqê. Lewra di demeke wisa de bi dilê Sedam Hisên bû Tirkiyê bîne nav hevkêşeyê, qet nebe ji bo parastina navçeyên sînorî yên Iraqê û da ku Iraq sûdê ji artêşa Tirkiyê werbigire ji bo lêdana hêzên kurdî. Lewma bi hêsanî daxwaza Tirkiyê pejirand û peymana emnî di navbera her du aliyan de derket holê ku rê dide artêşa Tirkiyê sînorê navdewletî yê Iraqê derbas bike.

Ji wê çaxê ve, her dema ku Tirkiyê pêwîst dîtibe operasyonên leşkerî pêk aniye. Xasma ji sala 1991ê û vir ve gava hikûmeta Iraqê ji wan deveran hat qewitandin û ketin destê Bereya Kurdistanî. Piştî avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û derketina pirsgirêkan di navbera Herêma Kurdistan û PKKê de, Tirkiyê bêhtir ew valahî bikar anî û giraniya xwe ya leşkerî zêdetir kir. Di salên paşê de jî, ne tenê operasyonên leşkerî, lê belê navend û baregehên leşkerî jî li nav Başûrê Kurdistanê ava kir.

Piştî hilweşîna Sedam Hisên û hatina şîeyan li ser desthilata Iraqê, di demekê de ku ti pêwîstiya Iraqê bi wê peymana bi Tirkiyê re nemabû, her wisa hênceteke lojîkî ji bo man û dirêjkirina wê peymanê nemabû, lê sala 2007 jinûve peymaneke din di navbera Iraq û Tirkiyê de hat îmzekirin ku Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Beşîr Atellay û Wezîrê Hundir ê Iraqê Cewad Bolanî îmzeya xwe avêtin ser. Careke din ev peyman rê dide Tirkiyê sînorê Iraqê derbas bike û operasyonên leşkerî li ser axa Iraqê pêk bîne.

Bi dirêjahiya çend salên piştî van peymanan, operasyonên leşkerî yên Tirkiyê berdewam bûn. Bi hezaran hektar zevî bûn deverên qedexekirî, rez û bax hatin şewitandin û bi dehan gundan hatin valakirin. Tew bi firokeyan ji esman, bi topên dûravêj û bombebarankirinê, her wisa di encama operasyonên leşkerî de jî, bi dehan caran hemwelatiyên kurd bûne qurbanî.

Bi dehan jin û zarok li gundan hatin şehîdkirin. Li nav rez, bax û di rêya çûna bo karkeriyê de, gelek caran cotkar û karkerên kurd ketin ber top û bombebarana balafirên Tirkiyê. Carekê jî vê Iraqê helwestek nekiriye li hember peymana xwe ya nepêwîst û xwe nexistiye pêşber berpirsiyariya ku bi sedema rêdana Bexdayê ye ku hemû cihan xwe ji tawanên Tirkiyê nebihîstî dike.

Lê bombebarana seyrangeheke Perexê li nêzîkî Zaxo di roja 20ê tîrmehê de, ku 9 hemwelatiyên ereb tê de bûne qurbanî, karvedanên navxweyî, iraqî û navdewletî bi awayekî ne ku bala meriv dibin ser wê yekê ku mimkin e planeke veşartî li pişt vê bûyerê hebe. Çunke çênabe xwîna jin û zarokên kurd evqasî bênirx be ku kes dengê xwe li ser bilind neke, tew di bûyera komkujiya Roboskiyê de, Tirkiye di hûrdemekê de 34 hemwelatiyên kurd şehîd kir ku piraniya wan negihabûn temenê 18 saliyê.

Cihanê çav û guhên xwe li hember wan miç kir. Yan dema bi top û teyareyên Tirkiyê jin û zarokên kurd ên gundnişîn dibin qurbanî, Bexda ne amade ye tenê bi daxuyaniyekê jî tirkan şermezar bike. Lê belê ji bo van 9 hemwelatiyên ereb, ne tenê navendên fermî û dewletî yên Iraqê, ne tenê karakterên wan ên siyasî û hizbî, tew li ser asta kolanê jî karvedaneke herî zêde hebû û tê çaverêkirin jî ku parlamento û hikûmeta Iraqê çend tedbîrên din li dijî Tirkiyê werbigirin.

Heke helwesta karakterên siyasî û navendên desthilata Iraqê ne beşek ji planekê bin û armanc ne zêdetir tenêhiştina Herêma Kurdistanê û serdestkirina destê Bexdayê li ser be, heke derbirîna helwesteke rasteqîne ji bo parastina xwîna bi neheqîrijiyaî ya 9 hemwelatiyên Iraqî be, zêdebarî ku rengek ji durûtiya desthilatdarên Iraqê ye û ji cudakariyê pêk tê ku ji bo kuştina jin û zarokên kurd bêxem in û ji bo kuştina ereban şînê girê didin, lê helwestên wan cihê rêzgirtinê ne û bila serkirde, siyasetvan, partî û navendên desthilatdariya Kurdistanê jî wisa bicoş û xemxwer bin li ser xwîna hemwelatiyên kurd. Li vir hêzên siyasî yên Kurdistanê cihê lomekirinê ne, bêhelwestî û bêdengiya wan sedemeke sereke ye ji bo wê hemû zulm û stema ku li gelê kurd tê kirin.

Tişta ku iraqî li ser asta kolan, partî û desthilatdarên xwe li dijî Tirkiyê dikin ji bo heyfa wan 9 qurbaniyan, karekê dilêr e û hestkirina bi berpirsiyariyê ye. Tevî ku ez nikarim gumanên xwe veşêrim ku heke ne bi planeke pêşdem bûbe, wek derfetekê dawiya dawîn di dijatiya Tirkiyê de bikar tînin ji bo lêdan û zêdetir dorpêçkirina Herêma Kurdistanê.

Lewma pir giring e kurd bi hişyarî û dûrî soz û hestan bi vê mijarê re tev bigerin, ku di rastiyê de ev pirsgirêk e û xeternak e jî.

Li vir giring e jî ku heta radeyekê fêmkirineke giştî çêbûye ji bo zanîna armanca Tirkiyê ji van operasyonên leşkerî. Vêga heke em xwe nexapînin, hemî alî dizanin ku armanca Tirkiye dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Lewra giring e ku em jî vê nerazîbûna kolan û navendên siyasî û desthilardarî yên Iraqê ji bo dijatiya Tirkiyê bikar bînin û em wan deynin pêşber biryara qewitandina Tirkiyê ji axa Başûr û dûrxistina metirsiyên wê li ser Iraqê. Pêwîst e Parlamentoya Iraqê biryara hilweşandina wan peymanên emnî bide ku rê didin hatina artêşa Tirkiyê bo nêv axa Iraqê.

Heke Bexda biryara hilweşandina peymana serdema Sedam û peymana sala 2007 bide, wê çaxê pêkan dibe ku hebûna Tirkiyê li nêv Herêma Kurdistanê wek derbaskirina sînorê navdewletî were hesibandin û dê civaka navdewletî jî piştgiriya Iraqê bike û serweriya wê biparêze. Lê heke ew peymana nelazim hilneweşe, nikare ji Tirkiyê re bêje derkeve der. Her biryar yan karvedaneke din li dijî Tirkiyê hebe, dê wan gumanan zêdetir bike ku armanc ne Tirkiyê ye qasî ku lêdana kurdan û Herêma Kurdistanê ye.

Divê PDK û YNKê ku serokatiya komarê û wezîrê derve yê Iraqê di destê wan de ne, van her du navendên giring ji bo wê yekê bixebitînin ku Iraqê neçar bikin peymanên xwe yên emnî bi Tirkiyê re hilweşîne. Tenê bi vî awayî dikarin metirsiya Tirkiyê dûr bixin. Heke ev her du partî vê yekê nekin, dê hemû helwestên wan ên din wek rengekê ji muzayede û fortan bimîne.

Çavaknî / Rûdaw

Ev nûçe 162 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin