Mesût Tek, bo grevên birçîbûnê  bang li KCKyê kir

Mesût Tek, bo grevên birçîbûnê bang li KCKyê kir

Serokê Giştî yê partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek, li ser grêvên birçîbûnê bang li KCKyê kir ku dawî li grêvên birçîbûnê bê anîn:

A+A-

"Nameyeka Eşkere bo Bi Rêvabirên KCK,

 

Birêvabirên hêja,

Pêşî lêgirtina dîdarê kes û kar û parezerên Abdullah Ocalan ligel wî û ne nesandina hinek mafan jêra, pêpes kirina maf e dij derketin li hember vê yêkê rewa û asayî ye.

Herwekî dizanin parêzerên Ocalan, hinek aliyên siyasî û dezgeyên sîvîl, bi çalakiyên cur bi cur hewl dan û didin, daku bîrûrayê giştî derbareyê rewşa Ocalan agadar û hestyar be.

Ligel hewlên hanê, bona hemen mebesta nunerê Colemergê Banu Leyla Guven jî dest bi greva birçî bûnê kir.

Li pêy Banu Leyla gelek girtî û zindanî li girtîxane, gelek kes, ku di nava wan da nunerên HDP jî hene, di avahiyên partiyan da dest bi greva birçî bûne kirin, daku bala bîrûrayê giştî li ser rewşa Ocalan bikêşin.

Rewşa tendurîstî ya Banu Leyla û hinek kesên dinê gelek xirap e û hinek ji wan li ber mirinê ne. Di zirufa hanê da hinek girtiyên xort dest bi xwe kuştinê kirin.

 

Birêvabirên hêja,

Bê mesuliyet û hestyarî ya karbidestên dewletê nayê qebul kirinê û divê bê mahkum kirinê. Lê belê ligel vê jî berdewamiya greva birçî bûnê dibe sedema mirina gelek kes û kurtir bûna birinê civakî û girjiyê pirtir dike. Ku ev yêka hanê pirtir zirar digihîne gelê Kurd.

Kar û çalakiyên, ku heya îro hatine encam danê, him Tirkiyê û him ji di warê navnetewî da li ser rewşa Ocalanê hestyariyek pêkan: Ji îro pêva berdewam kirina greva birçî bûne û nişan dana wê wekî karê pîroz dibe sedema mirina pirtir kes, ku berpirsîyarî û vebala vê yêkê gelek giran in û zirarê wê jî nayê qerebo kirinê.

 

Birêvabirên Hêja,

Mafê jiyan di hemu zirufan da mafekî resen e. Ya girîng jiyan û jiyandin e.

Ez banga we dikim, xebat bikin, daku dawî lî greva birçî bûne bê û nehêlin êdî kesên dinê ji ber greva birçî bûne canê xwe ji dest bide; malbata girtiyan bona jiyana kur û qizên xwe nigeran nebin û di nava civakê da girjî nemine.

Hêvîdar im pêşwaziya bangawaza min û bi hezaran bangawazên wekî wê bikin û nehêlîn kesên dinê canê xwe ji dest bide.

Bi silavan."

 

08 Avrîl 19

Mesud Tek

Serokê Giştî a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin