Mesrûr Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY dawî pêşhatên Iraqê guftûgo kirin

Mesrûr Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY dawî pêşhatên Iraqê guftûgo kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jenin Hennes Blackshart civîyan û dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê hatin guftûgokirin. Ameje bi wê hat dayîn, Iraq di rewşeke dijwar re derbas dibe û pêwîst e hemû alî hestîyarîya rewşê li ber çav bigirin.

Herwiha tekezî li wê hat kirin, ku alozbûna zêdetir a rewşê ne di berjewendîya xelkê Iraqê û navçeyê de ye û pêwîst e aştî û aramî li Iraqê bên parastin.

Baştirkirina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û hevahengîya zêdetir bi Netewên Yekgirtî re tewereke din a hevdîtinê bû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin