Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ti guhertineke li dijî statû û mafên Kurdan

Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ti guhertineke li dijî statû û mafên Kurdan

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serpereştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîr civîya.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku têkçûna rewşa Iraqê ne di berjewendîya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye û piştevanîya Hikûmeta Kurdistanê bo Adil Ebdûlmehdî ragihand bo encamdana çaksazîyan û got ku ew ti guhertinekê li Iraqê ku li derveyî rêkarên destûr û yasayan pesend nakin û rê nadin guhertinek li dijî mafên Kurdan û herwiha statûya Kurdistanê bê kirin.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serpereştîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîr civîya.

Bûyera kuştina Bexdadî

Li gor daxuyanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka kombûnê de Mesrûr Barzanî, amaje bi bûyera kuştina Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî kir û got, “Rast e kuştina Bexdadî gelek girîng bû, lêbelê ev ne bidawîhatina DAIŞ û terorê ye, niha jî DAIŞ metirsiyeke cidî ye li ser niştecihên herêmeke berfireh li Iraqê.”

Mesrûr Barzanî herwiha dîyar kir, “Efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat têkbirin ku bû destpêka têkçûna DAIŞê li Sûrîyê ku ew jî li ser destê Kurdan.”

Rewşa Iraqê û helwesta Hikûmeta Kurdistanê

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beşeke axaftina xwe di civîna Encûmena Wezîran bo rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanên li bajarên Iraqê kir û got, “Têkçûna rewşa Iraqê di berjewendîya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de nîne. Em li gel daxwazên rewa û aştîyane yên xwepêşanderan in, lêbelê em li dijî bikaranîna tundûtujîyê ne ku her ji kîjan alî be.”

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevanîya Herêma Kurdistanê ji Serokwezîrê hikûmeta Iraqê Adil Ebdûlmehdî re ragihand bo encamdana çaksazîyan û pêşkêşkirina xizmetgûzarîyan û derbarê guhertinan de jî got, “Em ti guhertineke li derveyî rêkarên destûr û yasayan pesend nakin û li dijî her hewldanekê ne bo kêmkirin û destkarîkirina di desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de û rê bi wê nadin ti guhertinek di destûra Iraqê de rû bide ku li dijî maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û statûya federal a Herêma Kurdistanê be. Em daxwaz ji hemû hêz û alîyên Kurdistanî dikin ku yekrêz û yekdeng bin bo parastina li mafên me yên destûrî.”

Sindoqa Hertimî ya Hawarhatina Mirovî hat avakirin

Di berdewamîya civînê de pêşniyarên pêkanîna Sindoqa Hertimî ya Hawarhatina Mirovî li Herêma Kurdistanê hatin pejirandin ku bi vî awayî bê handan hikûmeta federalî, ajansên ser bi Netewên Yekgirtî, alîyên komekbexiş, sazîyên mirovî û kompanîyên kerta taybet yên navxwe û biyanî di karûbarên vê sindoqê de beşdar bin.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa pêngavên dawî yên amadekirina karnameya çar salan ya wezaret, deste, komîte û alîyên ku ne bi ser wezaretan ve ne hatin kirin ku li ser vê mijarê di demeke nêz de biryarek were stendin.

Careke din weke karên li pêş yên di nava bernameya sereke ya kabîneya 9an de, tekezî li ser amadekirina projeyasaya reforman û pejirandina vê yekê hat kirin da ku bo Parlamentoya Kurdistanê were şandin.

Piştre projeyasaya sererastkirî ya pêkanîna civatên şaredarîyên Herêma Kurdistanê, bi liber çavgirtina wan têbînîyên ku hatibûn pêşkêşkirin hat pejirandin.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin