Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdên Rojava

Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdên Rojava

.

A+A-

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin diyaloga di navbera Kurdên Rojava de û got, ji ber nêzîkatiya yekperest a PKK’ê ev diyalog nekarî bigihêje encamê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku beşdarî "Foruma Diyalogê ya Menamayê 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) ku li Manamaya paytexta Behreynê hat lidarxistin bû, û di panela bi navê "Ewlehî û guhertinên Iraq û herêmê" de axivî.

Serokwezîr Barzanî amaje bi xebatên çaksaziyê yên li Herêma Kurdistanê jî kir û got ku çaksazî û başkirin hemû waran li xwe digire.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê li herêmê sitargeheke aram e lê bê armanc nîne.

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku divê ji bo aramiya herêmê bi hev re kar bikin û got, "Li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi mekanîzmayeke nû ya ewlehiyê heye. Divê hemû welatên herêmê beşdarî vê sîstemê bibin, Îran jî di nav de ye."

Barzanî got "berdewamiya nedadperwerî, nearamiya aborî û gefan, ew faktor in ku dibe sedema berdewamkirina DAIŞ û terorîzmê."

Serokwezîr Barzanî amaje bi koçberên li ser sînorê Polond û Belarûsê jî kir û diyarkir ku koçberî diyardeyeke navdewletî ye, torên qaçaxçiyên mirovan û hinek aliyên siyasî vê diyardeyê ji bo armancên xwe bikar tînin.

Barzanî got, "Van şebekeyên qaçaxçî dixwestin welatiyên me jî bi kar bînin. Kesên ku ji Herêma Kurdistanê çûne Belarûsê, bi vîzeya fermî çûnûhatin. Ne ji ber ewlehiyê û birçîbûnê bû."

Mesrûr Barzanî ku di panelê de behsa guherîna keşûhewayê jî kir, bal kişand ser wê yekê ku bandora wê li Herêma Kurdistana dest pê kiriye.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji ber kêmkirina bûdceya ku di van çend salên borî de ji aliyê Iraqê ve hatiye kirin, bandor li Herêma Kurdistanê kiriye û got, "Bexdayê di vê pêvajoyê de tenê ji sedî 5ê pişka bûdceya me şand. Li vir pirs ev e: Çi ji sedî 95ê mayî hat, li ku hat xerckirin?"

Mesrûr Barzanî behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rojava kir û got, ji ber destêwerdanên PKKê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Rojava ne asayî ne.

Barzanî diyar kir ku rêveberiya niha ya Rojava nûnertiya hemû partiyên kurdan nake û got, "Ji ber nêzîkatiya yekperest a PKK’ê ev diyalog nekarî bigihêje encamê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin