Mêran di meha Îlonê de 26 jin kuştine

Mêran di meha Îlonê de 26 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di meha Îlonê de tundkarî herî hindik li 65 jinan kiriye, herî hindik 4 zarok kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine, herî hindik 10 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 78 jinan dane kirin.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Îlonê ya 2021an de herî kêm 26 jin kuştine û tecawiz li 5 jinan kiriye.

Di meha Îlonê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 17 jinan (Riha (1), Samsûn (2), Antalya (1), Îzmir (1), Stenbol (1), Sêrt (2), Dêrsim (1), Bûrsa (1), Mersin (1), Tekirdag (1), Aydin (1), Sakarya (1), Enqere(1), Tokat (2)) wekî “biguman” nivîsandiye.

Çapemeniyê mirina zarokekî li Amedê biguman nivîsandiye.

Mêran li Konyayê hewldane jinekê bikujin.

2020-2021

Mêran di ne mehên destpêkê yên sala 2020an de hêrî kêm 206 jin kuştine, 115 jin tacîz kirine, îstismar li 201 zarokan kirine, tecawizî 72 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 666 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 590 jinan kirine.

Mêran di neh mehên destpêkê yên sala 2021an de 234 jin kuştine, 116 jin tacîz kirine, îstismar li 111 zarokan kirine, tecawiz 78 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 507 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 617 jinan kirine. Di neh mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 170 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van neh mehên salê de herî kêm 25 zarok kuştine.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Îlonê ya 2021an de herî kêm 26 jin û du mêrên ku li gel wan bûne jî kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 20 bû. Mêrê ku jinekê kuştiye çawişê pispor bûye.

Jinên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin jê yek welatiya Afganistanê, Rûsyayê û Azerbaycanê bûye. Ji jinên ku ji aliyê mêran ve hatine kuştin jê yek trans bûye.

Jinên ku di meha Îlonê de hatine kuştin

Aynur M., Ayşe B., Eda A., Ela S., Emine P., Fatma Haideri, Fatma K., Fehime Tufenk, Filiz Akgoz, Gurbet F., Gulten Y., Hatice S., Kadriye A., Melike C., Mercan B., Murat Sozubir*, Nermin G., Nurgul Altintaş, Ozlem K., S.O., Şennur Ç., Şura Asena Altİntaş, Tarhana Yaman, Tatyana Feodorava, Tugba D., Yuksel S

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Edene (1), Antalya (1), Aydin (1), Çanakkale (1), Amed (1), Duzce (2), Giresun (1), Hatay (1), Stenbol(7), Kayserî (1), Kirşehir (1), Kocaeli (1), Mereş (1), Mêrdîn (1), Mersin (1), Mugla (1), Nevşehir (1), Tokat (1), Zonguldak (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 20 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 6 jin ji ber ku xwestine“cihê bibe” kuştine.

Mêr, destgirtî û mêrê berê 18 jin kuştine. 3 jin kurê wan, jinekê xwediyê xanî û du jin jî xizmên wan kuştiye.. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka mêrê ku du jin kuştiye nas e an ne nas e.

Mêran 20 jin li nava malan, 4 jin jî li cihên weke daristan, park, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran du jin li kîderê kuştine.

Mêran 10 jin bi çekên gulexwar û 7 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha sê jin jî bi fetisandinê kuştine. Mêran du jin bi derpkirin û lêdanê, jinekê bi îşkenceyê û jinekê jî ji şaneşînê avêtiye û kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran du jin çawa û bi çi kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 26 faîlên mer hebûne ku jin kuştine. Bitenê 15 mêr hatine girtin.

5 faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê rewşa faîlek weke “reviye” ya faîlek  weke “teslîm bûye” û herî kêm ya çar faîlan jî weke “xwekuştiye” nivîsandiye.

Kuştina zarokan

Di Îlona 2021an de mêran herî hindik çar zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar çar bû. Mêran li Kayserî, Karabuk, Dîlok û Îzmîrê tûndkarî li pênc zarokan kirine.

Zarokekê ji aliyê mêrê xwe ve ku bi darê zorê di salê zarokî de zewicandine, hatiye kuştin. Sê zarok jî bavê wan ew kuştine.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Amara D., Aleyna M., Mehmet Ali M., Gulseren Mamuş

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Riha(1), Stenbol(1), Hatay(2)

Pêvajoya hiqûqî

Sê faîl hebûne ku zarok kuştine. Her sê jî hatine girtin.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Îlonê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 5 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 19 bû. Ji jinên ku mêran tecawiz lê kirine jê yek astendar bûye.

Jinekê patronê wê û herî kêm jinekê kesê ku îddia kiriye ew wezîfedarê olî ye tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku tecawiz li sê jinan kiriye nas e an ne nas e.

 Mêran li qadên derve yên weke daristan, otobus û kargehan tecawiz li 5 jinan kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Bolû (2), Stenbol (1), Mûgla (1), Samsûn (1)

Pêvajoya hiqûqî

6 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê 5 faîl hatine girtin. Derbarê  faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tacîz

Mêran di meha Îlonê de herî kêm tacîz li 10 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 18 bû.

Jinekê rêveberê partiya siyasi, jinekê cîranê wê, jinekê patronê wê, jinekê rêwî, jinekê rêveberê komeleyê tacîz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku tacîz li 5 jinan kiriye nas e an ne nas e.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 8 jinan kirine. Herweha mêran bi kişandina wêne û dîmenan tacîz li jinekê kiriye. Di video konferansê de jî jinekê bi devkî tacîz kiriye.

Mêran li kolan, kargeh, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 9 jinan kirine. Jinekê jî li ser înternetê tacîz kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Bûrsa (1), Erzîrom (1), Stenbol (5), İzmir (1), Kutahya (1), Samsun (1)

Pêvajoya hiqûqî

10 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye, ya faîlek “lêdigerin” ya faîlek jî “serbest bûye” nivîsandiye. Derbarê herî kêm sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê faîlek de jî çi kirariyek qanûnî nehatiye kirin.

Îstismara li zarokan

Mêran di meha Îlonê ya 2021an de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûne. Par di heman mahê de ev hejmar 20 bû.

Du zarok wezîfedarê paqijkirinê, zarokekê xizmê wê, zarokekê bavê wê zarokekê jî kalikê wê îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 7 mêrên ku îstismar li 8 zarokan kirine nas e an ne nas e.

Mêran li nava mal zarokekê, li park, wesayît ango li cih û qadên derve 12 zarok îstismar kirine.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Enqere (2), Bûrsa (2), Denizlî (1), Stenbol(2), İzmir (1), Manîsa (3), Şirnex (1), Zongûldak (1).

Pêvajoya hiqûqî

9 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 7 ji wan girtine. Faîlek hatiye desteserkirin. Faîlek serbest hatiye berdan. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.

Tundkarî / Birîndarkirin

Di meha Îlonê de mêran herî kêm tûndkarî li 65 jinan kirine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 97 bû.

Pênc jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran tundkariya sîstematîk herî hindik li sê jinan kirine.

Mêran “biryara parastinê” binpêkiriye û tûndkarî herî kêm li 8 jinan kiriye.

Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye yek jê welatiya Sûriyeyê yek jî yê Îranê bûye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Edene (5), Aksaray (2), Enqere (3), Antalya (3), Dîlok (2), Aydin (2), Balikesîr (2), Bûrsa (6), Edîrne (12), Elezîz (1), Eskişehir (1), Hatay (1), Stenbol (11), İzmir (4), Kayseri (1), Kocaeli (2), Konya (1), Kutahya (1), Sakarya (1), Sêwas (1), Tekirdag (2), Zonguldak (1).

Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 49 jinan, tundkarî li wan kiriye. Jinekê xwendekar, jinekê neviyê wê, sê jin jî endamên malbatê yên weke bav û kur tûndkarî lê kiriye.

Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka 11 mêrên tundkarî herî hindik li 9 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na.

Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li 12 jinan kirine. Mêran ji ber “ji xwe hişyar kiriye” tundkarî li jinekê, ji ber  “hesûdiyê” tûndkarî li jinekê û ji bo ku “qehwe çênekiriye” tûndkarî li jinekê kiriye. Mêran. ji bo dizîyê ketiya mala sê jinan û tûndkarî li wan kiriye

Çapemeniyê “hinceta” tûndkarîya mêran ya li 47 jinan kirine, nenivîsandiye.

Mêran derb li 49 jinan xistine û ew birîndar kirine. Herî hindik 4 jin bi kêr, birek û çekên weke wan, 8 jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.

Mêran li nava malan tundkarî li 38 jinan, li kolan, trafik, otobus, edliye, daristan ango li qadên derveyî mal tundkarî li 19 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 8 jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

64 fail hebûn ku tûndkarî li jinan kirine. Tenê 7 faîl hatine girtin. 9 fail desteser kirine. Faîlek serbest bûye. Faîlek xwekuştiye.

Çapemeniye rewşa hiqûqî ya 5 faîlan weke “revîne” nivîsandiye. Derbarê 20 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 24 faîlan nenivîsandiye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Îlonê de herî kêm bi 78 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 59 bû. 77 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nav jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî li wan hatiye ferz kirin de zarok jî hebûne.

Pêvajoya hiqûqî

42 fail hebûne ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan dane kirine. Hemû hatine desteserkirin.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin