Mêran di meha Adarê de 36 jin kuştine

Mêran di meha Adarê de 36 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di meha Adarê de tundkarî herî hindik li 68 jinan kiriye, herî hindik çar zarok kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 25 zarokan kirine, herî hindik 11 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 66 jinan dane kirin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adarê ya 2021an de herî kêm 36 jin kuştine û tecawiz li neh jinan kiriye.

Di meha Adarê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 24 jinan (Enqere (1), Antalya (2), Dîlok (1), Aydin (2), Betlîs (1), Bursa (1), Amed (1), Giresun (2), Isparta (1), Stenbol (5), Konya (2), Samsûn (1), Trabzon (1), Yozgat (1), Zonguldak (1) ) wekî “mirinên gumanbar” nivîsandiye.

Mêran, gefa “kuştinê” ango “êrişa zayendî” herî hindik li 10 jinan xwariye.

Li Antalyayê jinekî aşkere kiriye ku hevjînê wê gefa kuştinê li wê xweriye. Mêr li Stenbolê bûye sedem ku jinek xwe bikuje. Li Rihayê mirina jinekî çapemeniyê weke “kuştina faîlê wê nediyar” nivîsandiye.

2020-2021

Mêran di sê mehên destpêkê yên sala 2020an de 66 jin kuştine, 31 jin tacîz kirine, îstismar li 77 zarokan kirine, tecawiz 20 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 338 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 145 jinan kirine.

Mêran di sê mehên destpêkê yên sala 2021an de 91 jin kuştine, 29 jin tacîz kirine, îstismar li 41 zarokan kirine, tecawiz 30 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 198 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 185 jinan kirine. Di sê mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 61 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van sê mehên salê de herî kêm 6 zarok kuştine.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adarê ya 2021an de herî kêm 36 jin û 4 mêrên ku li gel wan bûne jî kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 25 jin kuştine. 3 jinên ku hatine kuştin biryara parastinê an go tedbîrê ji bo wan hebûye. Ji jinên ku mêran kuştine yek jê trans bûye. Mêrek bi destûr li girtîgehê derketiye û jinekî kuştiye.

Jinên ku di meha Adarê de hatine kuştin

Aysel Y., Bedîa A., Bensu Narli, Beyzanûr F., Cennet A., Ceyda O., Elif Atay, Fatma Kovan, Gamze G., Gulbahar Asabay, Gulsen Işık G., Halime Türkaslan, Hanım Pınarlı, Hatice Ş., Hatice Y., Havva Yılmaz, Husna T., İslim A., Mediha A., Meral S., Mervenur Polat, Miraş Guneş, Nagihan Uste, Nebahat K., Necla Demirbaş, Nuran K., Rabia D., Reyhan K., Seher E., Serap T., Serpil F., Serpil Pala, Sevcan D., Sultan A., Yeter Yılmaz, Teyo

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Edene (3), Aksaray (1), Enqere (1), Antalya (5), Aydin (2), Denizlî (3), Amed (2), Duzce (1), Stenbol (4),  Îzmir (6), Kayseri (1), Kocaeli (1), Mêrdin (1), Mugla (1), Nigde (1), Osmaniye (1), Tekirdag (1), Wan (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 20 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran jinekî bi hinceta “namûsê” kuştine, 10 jin ji ber ku “xwestine cihê bibin”, 2 jin ji ber “diziye” û 3 jin jî ji ber “dijmindarî”yê  kuştine.

Di meha Adarê ya 2021ê de, mêr, hevjîn/mêrê bere û hezkirî/destgirtîyê berê 23 jin kuştine. 7 jin ji aliye bav û 8 endamên malbatê yên weke kur û nevî ve hatine kuştin. Jinekê ji aliye 4 dizên ku ketine mala wê ve hatiye kuştin. Jinekê cîranê wê kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku 12 mêrên 4 jin kuştine nas e an ne nas e.

Mêran 23 jin li nava malan, 10 jin li cihên weke otel, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye ku bê ka mêran 3 jin li ku kuştine.

Mêran 20 jin bi çekên gulexwar, 8  jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê, 2 jin jî bi fetisandinê kuştine. Mêran jinekê di şaneşînê de avitiye û kuştiye,  jinekê jî bi derb kirine kuştiye. Her weha jinekê jî bi şewitandinê kuştiye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinekê çawa kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

Tenê 25 mêrên faîl yên ku jin kuştine hatine girtin. 2 faîl piştî desteserkirinê serbest bûne. 8 faîl hatine desteserkirin. 5 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye û 4 faîlan weke “lêdigerin” nivîsandiye.

Kuştina zarokan

Mêran di Adarê ya 2021an de herî hindik çar zarok kuştine. Zarokî ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin û 2 zarok ji aliye bavê hevalên xwe ve hatine kuştin. Her weha zarokekê mêrê wê ew kuştiye ku bi darê zorê di temenê piçûkî de hatiye zewicandin.

Mêrak dimenê dema ku zarokekî derp dike di medya civakî de belav kiriye. Çapemeniyê mirina zarokekî li Samsûnê “biguman” nivîsandiye.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

H.K., Tûnç T., Kaan H., Sezen Unlu

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Konya (1),  Çorum (2), İzmir (1)

Pêvajoya hiqûqî

Ji faîlan 2 hatine desteserkirin, 1 hatiye girtin.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Adarê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 9 jinan kirine.  Par di heman mehê de çapemeniyê çi bûyerên tecawizê nenivîsandîbû.

Jinên ku mêran tecawiz lê kiriye yek jê trans, yek astengdar û yek jî hemwelatiyê Koreyê bûye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku tecawiz li 4 jinan kiriye nas e an go ne nas e. Jinekê hevalê wê yê mal, yek karmendê wê, yek bavê wê û yek jî seyaqê otobûsê tecawiz lê kiriye.

Mêran li nava malan tecawiz li sê jinan û li kolan, wesayît ango li cih û qadên derve tecawiz li 3 jinên din kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tecawiz li 3 jinan kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Çorlû (1), Dêrsim (1), Stenbol (3), Manîsa (1), Mersin (1), Sêrt (1), Trabzon (1)

Pêvajoya hiqûqî

Herî kêm 11 fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê şeş faîl hatine girtin. 2 faîl di dema desteserkirinê de serbest mane. Çapemeniyê rewşa faîlek nenivîsandiye.

Tacîz

Mêran di meha Adarê de herî kêm tacîz li 11 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 10 bû.

Herî hindik 7 jinan pênc mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. Jinekê patronê wê, jinekê hevalê wê yê kar, jinekê rêvebir û yek jî karmendê parke lê kiriye.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 7 jinan kirine û bi ravekirina endamên mêraniyê tacîz li 4 jinan kirine.

Mêran li kolan, otobus, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 8 jinan kirine. Her weha li nava malê tacîz li jinekê kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li jinekê kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Enqere(1), Antalya (1), Bursa (1), Isparta (1),  Stenbol (5), Manisa (1), Nevşehir (1),

Pêvajoya hiqûqî

Şeş failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê 2 faîl hatine girtin. Sê faîl hatine desteserkirin.. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye.

Îstismara li zarokan

Mêran di meha Adarê ya 2021an de herî hindik îstismar li 25 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûn. Par di heman mahê de ev hejmar 23 bû.

21 zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, 30 mêrên ew îstismar kirine nas nedikirin. Du zarok bav û apên wan û 2 zarok jî dersdêr û wezîfedarê kantine îstismar lê kirine.

Mêran li kolan, dibistan, tuwaleta mizgeftê ango li cih û qadên derve 8 zarok îstismar kirine. Her weha mêran du zarok li ser medya civakî de îstismar kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku îstismar li 15 zarokan kirine.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Enqere(2), Antalya (2), Aydin (1), Bursa (1), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (1), Kocaeli (1), Konya (2), Manisa (1), Mereş (1), Mersin (2), Sakarya (2), Tekirdag (1), Zonguldak (1)

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîjan bajarî îstismar li zarokekî kirine.

Pêvajoya hiqûqî

34 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 6 ji wan girtine. 24 faîl hatine desteserkirin. 3 faîl serbest bûne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “lêdigerin” nivîsandiye.

Tundkarî / Birîndarkirin

Di meha Adarê de, mêran herî kêm tûndkarî li 68 jinan kiriye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 46 bû.

8 jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan.

Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kirine de jinên trans jî hebûne. Mêran bi awayekî sîstematî tûndkarî li 2 jinan kirine. Ji jinan yek rûsî û yek somaliyî bûye. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka jinekê xelkê kîjan welatiye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Edene (3), Enqere (4), Antalya (3), Aydin (1), Bilecik (1), Bursa (2), Çorum (1), Duzce (3 ), Edirne (18), Erzîrom (1), Stenbol (10), İzmir (2), Karabuk (2), Kocaelî (2), Kutahya (1), Mugla (1), Nigde (1), Sakarya (1), Samsun (1), Sinop (1), Tekirdag (2), Trabzon (1), Riha (1), Zonguldak (1)

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li kîjan bajarî tûndkarî li sê jinan kirine.

Hevjîn/hevjînê kevn, destgirtî/destgirtiyê kevn ên herî hindik 53 jinan, tundkarî li wan kiriye. Bav, kur û endamên din yên malbatê tundkarî li 7 jinan kirine. Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka mêran tundkarî herî hindik li 16 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na.

Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li pênc jinan kiriye. Jinekê ji ber hesûdiyê tûndkarî lê hatiye kirin.  Çapemeniyê hinceta tûndkarîya mêran ya li 62 jinan kirine, nenivîsandiye.

Mêran derb li 56 jinan xistiye û ew birîndar kirine. Du jin bi şewitandinê, çar  jin bi kêran, şeş jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.

Mêran li nava malan tundkarî li 35 jinan, li kolan, daristan ango li qadên civakî tundkarî li 19 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 14 jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Tenê 6 faîl hatine girtin. 11 fail desteser kirine. 3 faîl di dema desteserkirinê de serbest bûne. Herî kêm derbarê 4 faîlan de biryara “jêdûrxistinê” hatiye dayîn.

Derbarê 11 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 4 faîlan weke “reviye” nivîsandiye.

Çapemeniyê behsa pêvajoya hiqûqî ya 29 failan nekiriye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Adarê de herî kêm bi 66 jinan karkeriya seksê daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 83 bû. 27 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 50 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Tenê 26 fail hatine girtin. 24 faîl desteser kirine.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin