Melayê Kurd ê ku ji Îranê xwest 'xelkê nekuje' hat desteserkirin

Melayê Kurd ê ku ji Îranê xwest 'xelkê nekuje' hat desteserkirin

.

A+A-

 Melayekî Kurd ê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Enwer Restgar, piştî ku ji hikûmeta Îranê xwest ku tundiyê li hember xwepêşanderên ku "daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin" neke, ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat desteserkirin.

Mamosteyê olî yê Kurd ê xelkê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê Enwer Restgar, li ser xwepêşandan û aloziyên piştî bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî û tundûtîjiya hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Îranê li dijî xwepêşanderan, di gotarekê de daxwaz ji hikûmeta Îranê kiriye ku mafên xelkê bide û bi awayekî tund bi xwepêşanderan re tevnegere. Wî melayê Kurd herwiha gotiye, xelkên bê guneh li ser daxwazkirina mafên xwe yên bingehîn tên kuştin.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, “Enwer Restgar” ku wek “Helgurd Peswê” tê naskirin, mela û pêşnimêjê gundê Şêxan ê qezaya Şino ya parêzgeha Urmiyê ye, lê ji ber gotara di merasima cenazeyê qurbaniyekî xwepêşandanên van rojan ên Şinoyê de, roja Înê 23ê Îlona 2022an ji aliyê hêzên istixbarata Supaya Pasdarên Îranê ve hatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyan, Enwer Restgar di merasima cenazeyê Sedredîn Lêtanî, ciwanê ku di xwepêşandanên van rojên dawiyê de li Şinoyê hatibû kuştin, li Mizgefta Şêx Ebdulezîz a taxa Seydawe ya Şinoyê axiviye û ji ber reftar û serederiya tund a ligel xwepêşander û kesên nerazî rexne li hikûmeta Îranê girtiye û gotiye, li cihê tepeserkirinê mafên xelkê bidin.

Melayê Kurd, Enwer Restgar di gotara xwe de daxwaz ji desthilata Îranê kiribû, li cihê bikaranîna tundûtîjiyê û tepeserkirina xelkê, mafên wan bide û gotibû, xelkên bê guneh ji ber daxwazkirina mafên xwe yên bingehîn tên kuştin.

Piştî van axaftinan, êvara Înê melayê Kurd li ser rêya Şino-Pîranşarê ji aliyê hêzên îstixbarata Supaya Pasdarên Îranê ve hatiye desteserkirin.

Selah Kurdî, helbestvan û nivîskarê Rojhilatê Kurdistanê derbarê desteserkirina mamosteyê olî Enwer Restgar peyamek belav kiriye û têde dibêje, “Li beramber bê dîn û îmanê bi nav Komara Îslamî rabû ser piyan û dengê mexdûriyeta gelê Kurd bi her du zimanên Kurdî û Farsî bilind kir û da nav çavên dagirkerên ol û niştiman. Ji wê demê ve ji aliyê istixbarata ser bi Supaya Pasdaran ve hatiye bêserûşûnkirin.”

Çavkaniyên xwecihî yên li Şinoyê dibêjin, li vî bajarî zêdetir ji 60 kesan heta niha ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye desteserkirin, navê 13 kesan hat niha bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye piştrastkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin