Mehkemeya Mardînê 20 Meh Cezaya Hefsê Li Endamê Meclîsa PAKê Şeyhmus Unal Birî

Mehkemeya Mardînê 20 Meh Cezaya Hefsê Li Endamê Meclîsa PAKê Şeyhmus Unal Birî

.

A+A-

Mehkemeya Cezayê ya Mardînê, ji ber hinek parve kirinên wî yên li ser sosyal medyayê, di heqê endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şeyhmus Unal de doz vekiribû..Lê cîhê balê ye ku doz bi îdîaya ku  ‘‘Şeyhmus Unal propagandaya PKK-KCKyê kirîye’’ hatibû vekirin.

Di van çend salên dawî de , di derbarê Serokê PAKê û gelek rêveber û endamên PAKê û gelek weltaperweran de bi îdîaya ku ‘’propagandaya PKK-KCKyê kirîye’’, bi îdîaya ‘’endamtîya PKK-KCKyê’’ doz hatine vekirin û gelekan bi îdîayê ceza jî xwarine.

Ew doza ku di heqê endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şeyhmus Unal de hatibû vekirin , di roja 25.02.2021ê de encam da û Mehkemeyê 20 meh cezaya hefsê li Şeyhmus Unal birî.

Hemû dem û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê jî, Mehkemeya Mardînê jî, baş dizane ku tu eleqeya Şeyhmus Unal bi PKK-KCKyê re tuneye. Lê dîsa jî bi vê îdîayê ceza li hevalê me birîye. Fikir û şexsîyeta wî ya sîyasî ya Şeyhmus Unal aşkere ye, herkes dizane.

Parêzer dê îtîrazî vê cezayê bikin.

Ev cezaya berdewamîya sîyaseta binpê kirin û ji holê rakirina azadîya ramanî û ya xebata rêxistinî ye. Helbete ku tu ceza û tehdît dê nikaribe PAKê û gelê me yê cefakar ji rêya azadîya Kurdistanê vegerîne.

Em vê cezaya hatîye birîn jî, îdîaya ku mehkeme dibêje ‘‘Şeyhmus Unal propagandaya PKK-KCKyê kirîye’’ jî şermezar dikin.

Şeyhmus Unal endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê ye û herweha di Hilbijartinên Herêmî yên sala 2019an de namzedê Tifaqa Welatperper û Demokrat ê Şaredarîya Qoser a navçeya Mardîne bû.

27.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

pak-2-011.jpgpak4-017.jpgpak-3-008.jpgpak7-006.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin