MED-DERê bi hilkefta 21ê Sibatê konferansek li dar xist

MED-DERê bi hilkefta 21ê Sibatê konferansek li dar xist

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, bi hilkefta 21ê Sibatê Roja Ziamanê Zikmakî ya Navneteweyî, li Egitim-Sena Amedê konferansek li dar xist.

A+A-

Konferans, bi modoratoriya Omer Fîdanî pêk hat.

Di konferansê de Zimanzan Samî Tan, Nivîskar Feratê Dengizî û Aktîvîst Ayşe Gokkan axivîn.

Di axaftina xwe de Samî Tan behsa dîroka bişaftina zimanê kurdî kir û li ser girîngiya xwedîderketina zimanê Kurdî sekinî û pêşniyar kir ku bo zimanê kurdî, meclîsên zimên werin damezirandin û hemû lêkolîn û xebatên zimên, li wê meclîsê bêne kirin.

Li aliyekî din Nivîskar Feratê Dengizî jî di axaftina xwe de got, ziman ne tenê karê jevfahmkirinê ye, ne tenê karê neteweyiyê ye, çand e, hebûn e, hezkirin e, her tişt e ziman ku ji ber vê em dibêjin 'Zimanê me hebûna me ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin