MEB’ê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ red kir

MEB’ê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ red kir

Daxwaza HDP’ê ya zêdekirina 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ya li "Roj û Hefteyên Dîyarkirî", ji alîyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ya Tirkîyeyê ve bi hinceta “Ji bo Destûra Bingehîn ne Guncav” e hat redkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Kemal Bulbul û Mehmet Ruştu Tiryakî, di 15’ê gulana 2020'an de daxwaznameyeke de dabûn MEB'a Tirkîyeyê û daxwaz kiribûn ku 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li ‘Roj û Hefteyên Dîyarkirî’ yên Tirkîyeyê bê zêdekirin û li dibistanên seretayî û navîn bê pêkanîn. MEB’ê ev daxwaza parlamenterên HDP’ê bersivand û bi hinceta ku “Ji bo Destûra Bingehîn û hiqûqa heyî ne guncav” e red kir. 

 

WEZARETÊ XWE DEREWAND

HDP’îyan di daxwaznameya xwe de bi bîr xistibûn ku di sala 2015’an de MEB’ê 17-25’ê kanûnê wekî "Roja Zimanê Erebî" qebûl kirîye. Wezaretê, di bersiva xwe de ev bibîrxistina HDP’îyan red kir û dîyar kir ku Roja Zimanê Erebî di nav ‘Roj û Hefteyên Dîyarkirî’ de cih nagire.

 

EREBÎ LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN E

Egîtîm-Îşê, di sala 2015’an de serî li MEB’ê dabû û jê daxwaz kiribû  ku hefteya 17-25’ê kanûnê wekî ‘Hefteya Têkoşîna li dijî Bertîl û Nelirêtîyê” bê îlankirin, lê wezaretê ji 18’ê kanûnê şûn ve hefteyekê  wekî Hefteya Erebî îlan kiribû. 

 

MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin