Malbatên Kurd li ber balyozxaneya Tirk a li Tehranê xwepêşandanek li dar xistin

Malbatên Kurd li ber balyozxaneya Tirk a li Tehranê xwepêşandanek li dar xistin

.

A+A-

 Malbatên Kurd ji bo eşkerekirina çarenivîsa 9 Kurdên Rojhilatî ku piştî ku li Tirkiyê hatibûn desteserkirin û şandin Sûriyê, li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê xwepêşandanek li dar xistin.

Çarenivîsa 9 kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê dema dixwestin biçin Ewropayê, di di meha Tebaxa borî de li Tirkiyê hatin girtin û ji bo Ezazê ya Sûriyê, ku di bin kontrola grûpên çekdar yên girêdayî  Tirkiyê de ye, hatine hatin şandin, ne diyar e.

Zekeriya Rûstempûr ku niha li Brîtanyayê dijî, cara dawî bi endamên komê re axivî, bi bîr xist ku hemû kesên hatibûn desteserkirin xelkê bajarê Pawehê ya parêzgeha Kirmaşanê ne.

“Wek dîl tên girtin”

Rustempûr di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got, "Ev kes heta niha li bajarê Azezê yê Sûriyê wek dîl tên girtin. Li Azezê komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) daxwaz ji hikûmeta Îranê dikin ku di berdêla berdana van kesan de hin girtiyên wan berde. Li ser vê mijarê me gelek caran bi rayedarên Îranê re têkilî daniye. Wan ji me re got ku ji bo azadkirina dîlên Kurd hewl didin, lê tiştek jê derneket."

Zekeriya Rûstempûr da zanîn ku dema endamên vê komê li Tirkiyê hatin girtin, ji bo ku neyên dersînorkirin, wan gotibûn ew “Sûriyeyî” ne, ji ber vê yekê jî ew şandine Sûriyê.

Navên windayan wiha ne: Behmen Şadrewan, Demawend Paksiruşt, Seîd Ehmedî, Ferdîn Derwişpûr, Mubîn Weledbegî, Mesûd Heyderî, Hidayet Ruxzadî, Saman xizirpur û Efşar Rostemî.

Malbatên Kurd li ber balyozxaneya Tirk xwepêşandanek li dar xistin

Koçberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku temenê wan di navbera 35 û 45 salî de ne bêyî malbatên xwe bi rê ketibûn.

Malbatan ji bo dengê xwe bigihînin rayedaran li ber Balyozxana Tirk a li Tehranê xwepêşandanek li dar xistin.

Malbatan wêneyên wendayan hilgirtin û xwestin di zûtirîn demê de xizmên wan bên berdan û vegerandin.

Li ser sînorê Sûriyê hatin dîtin

Rûdawê dengê 54 ciwanên Herêma Kurdistanê kir ku di Tebaxa borî de bi awayekî neyasayî ji bo biçin Ewropayê çûne Tirkiyê û piştî binçavkirinê bo Sûriyê hatin dersînorkirin.

Piştre bi însiyatîfa hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê ev ciwan anîn Herêma Kurdistanê.

Sefîn Sergoleyî ku yek ji ciwanên vê komê bû, beşdarî bultena Radyoya Rûdawê bû û diyar kir, ku ew ligel koçberên Rojhilatê Kurdistanê birin ser sînorê Sûriyê.

Sergoleyî got “Me bi hev re birin sînorê Sûriyê û piştre em ji wan qetiyan. Me hîn nekir ew li ku ne û wan birin ku derê."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin