Mafnas Pinar Hacibektaşoglu: Mamoste dayîka min ji ber Kurdî ji dibistanê derxist

Mafnas Pinar Hacibektaşoglu: Mamoste dayîka min ji ber Kurdî ji dibistanê derxist

.

A+A-

Mafnas û parêzera Kurd Pinar Hacibektaşoglu ragihand ku di warê ziman û maf û azadiyan de li gor berê niha “gelek pêşketin çêbûne” û got ku rojekê ji ber ku dayîka wê li dibistanê ligel wê bi Kurdî axiviye ji aliyê rêvebirê dibistanê ve hatiye derkirin. Hacibektaşoglu herwiha dibêje dewlet di mijara dersa Kurdî û mamosteyên Kurdî de li ser soza xwe nema.

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li rêveberiyên dibistanan  bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.

Rûdawê jî ev pêvajo kiriye rojevêke sereke ya xwe û di vê çaroveyê de Mafnas û parêzera Kurd Pinar Hacibektaşoglu îro li studioya Stenbolê bû mêvanê Rawîn Stêrk bû û miajra hilbijartina dersa Kurdî nirxand.

Pinar Hacibektaşoglu got: “Pîraka min ji me re digot ku ‘dar li ser koka xwe û mirov li ser zimanê xwe mezin dibe, ziman dayîk e û dayîk jî xweş e’. Rast e ev 42 sal in em hatine vê derê (Stenbol), lê min ti caran ev gotina pîrka xwe ji bîr nekiriye. Paşê me çûn dibistan û zanîngehê û me bi zimanê Tirkî xwendina xwe kir û di jiyana me ya gelemberî û pîşeyî de tim Tirkî hebû û zimanê Kurdî nebû, lê dîsa jî min zimanê xwe ji bîr nekir. Min çima ji bîr nekir? Dema yekem car ez fêrî tiştekê dibim, ez wê tiştê bi Kurmancî di hundirê xwe tesewir dikim. Ken, girî, evîn û kêfxweşî ewil li ser Kurmacî dikeve nav dilê me û paşê dikeve li ser zimanê min. Ev ji bo min gelek baş bû.”

Hacibektaşoglu diyar kir ku wê her tim bi dayîk û mirovên xwe re bi Kurdî axiviye û got: “Ez dibêjim xwezî ez zêdetir li ser Kurmanciya akademîk bixebitiyam, lê ji ber ku di jiyana min a xwendin û kar de nebû ev qas ji min hat.”

Derbarê dersa bijarte ya Kurdî ya li dibistanê de jî Hacibektaşoglu bi bîr xist ku di sala 2012an de ev maf hatiye dayîn û got: “Er e kêmasî hene, lê divê em mirov rastiyê jî bibêjin. Dema 42 salan berê em hatin Stenbolê, rojekê dayîka min hat dibistanê û bi min re Kurdî axivî, rêvebirê dibistanê jî hêrs bû û dayîka min derxist û got ku tu çi xeber didî, ev çi ziman e, careke din bi zarokên xwe re wiha neaxive. Wate em ji wê demê hatine vê demê. Bê guman ev tişteke gelek baş e, lê tu bibêjî têrê dike na têrê nake. Lê li gor çil sal berê niha, em dibêjin tişteke baş e. Eger em bên roja îro cîhan hatiye guhertin û di warê maf û azadî û demokrasiyê de pêşketin çêbûne.”

Mafnasa Kurd derbarê pêvajoya dersa bijarte ya Kurdî de jî got: “Di sala 2012an de dema ku hikûmetê mafê dersa Kurdî weke dersa bijarte da, malbatên Kurd ditirsan berê zarokên xwe bidin û ew metirsî ligel wan hebû ku gelo ka dê çi were serê zarokên wan. Ji aliyê din ve PKKê jî digot vê tiştê qebûl nekin û ev têrê nake, divê zêdetir maf bidin me. Ji ber wê yekê jî hinek malbat dudilî bûn, lê paşê dê û bavan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbijartin. Di despêkê de dewletê xwest mamosteyan amade bike, lê piştre darbe û hinek bûyerên din rû dan, dewlet jî li ser wê soza xwe nema.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin