Li Wanê pêngaveke balkêş ji bo dersa Kurdî  

Li Wanê pêngaveke balkêş ji bo dersa Kurdî  

.

A+A-

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li ser bilboardan bi nivîsa “ji bo pêşeroja xwe em zimanê zikmakî hildibijêrên” ji xwendevanên Kurd hat xwestin, ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Ev xebat ji aliyê weşanxaneyên Kitabakurdî, Peywend û Lorya bi awayekî hevbeş hatiye organîzekirin û ji bo ku malbat û xwendevanên Kurd dersa Kurdî ya bijarte hilbijêrin, li ser bilboardên reklaman afîşên “ji bo pêşeroja xwe em zimanê zikmamkî hildibijêrin” hatin nivîsandin.

Li ser bilboardan serlêdana ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî ya ku di dibistanên girêdayî wezareta perwerdehiyê de ji bo sala 2021 -2022 dest pê kiriye, hatiye bibîrxistin û hatiye nivîsandin, “Em dersên Kurmancî û Zazakî hildibijêrin.” Pêwîst e heta roja 22ê Çileya 2021an, xwandekar dersên xwe yên hilbijartî diyar bikin û rêveberîtiya dibistanan agahdar bikin.

Rêveberiya Perwerdehiyê ji bo malbatan peyam şandiye

Li aliyê din Şaxa Egitim-Senê ya Wanê ragihand, ku di derbarê mijara dersa bijarte de ji bo xwedevanan beralî bikin, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Wanê ji bo rêveberiyên dibistanan peyam şandiye.

Şaxa Egitim-Senê ya Wanê di derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye, “Ew nivîsa Rêveberiya Perdeweya Wanê ku di derbarê dersên bijarte de ji dibistanan re şandiye, peyamek e ji bo ku bandorê li xwendekaran bike, wan bi aliyekî din de bike û tawan e.”

Herwiha Şaxa Egitim-Senê ya Wanê peyama Midûriyeta Perwerdehiyê ya Parêzgeha Wanê jî parvekir ku tê de ji rêveberiyên dibistanan tê xwestin ku dersên olî bidin hilbijartin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 4ê Çileya 2021ê ve navnivîsandina bo destnîşankirina dersa bijarte di qonaxa navendî ya hemû dibistanên ser bi Rêveberiya Perwerdeya Tirkiyê ve bo sala xwendina 2021-2022ê dest pê kiriye û heta roja Înê 22ê Çile navnivîsandin berdewam dibe.

Bi rêya torên civakî, gelek kesayet, komele û rêxistinên Kurdî û herwiha welatiyên asayî daxwaz ji dayîk û bavên Kurd dikin ku zarokên xwe teşwîq bikin daku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Di sîstema perwerdeya Tirkiyê de, zimanê fermî yê xwendinê Tirkî ye. Herçiqas ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte li dibistanan tê xwendin, lê ji ber sedemên cuda prose bi fermî jî nebe, di pratîkê de hatiye rawestandin.

Li gor sîstema perwerdeya Tirkiyê, her xwendekarek tenê dikare yek dersa bijarte hilbijêre. Eger xwendekarekî dersa olî hilbijart, nikare dersa zimanê Kurdî bixwîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin