Li Wanê kesek ji ber vîrusa Koronayê mir

Li Wanê kesek ji ber vîrusa Koronayê mir

Li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê kesek ji ber vîrusa Koronayê mir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Malpera “wanhaber.com”, ku nûçeyên taybet bi Wanê belav dike, ragihandîye, şeva borî li bajarê Wanê kesekî ji ber vîrusa Koronayê can da.

Li gorî agahîyên malperê, ew kesê han çend roj berê bi hevjîna xwe ve çûbû bajarê Stenbolê û dema vegerîyabûn, têsta wî ya Koronayê pozîtîf derketibû.

Li gorî agahîyan, kesê ku canê xwe ji dest daye, navê wî Hecî Gurî û û xelkê bajarokê Miksê yê Wanê ye.

Piştî mirina wî welatîyê kurd, hevjîna wî û kurê wî jî hatin kerentînekirin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Tirkîye û Bakûrê Kurdistanê 214 kesan ji ber vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane û 13 hezar û 531 kes jî bi vê vîrusê ketine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin