Li Urmîyê kolberekî ciwan hat kuştin

Li Urmîyê kolberekî ciwan hat kuştin

Kolberekî din li sînorê bajarê Mako ya ser bi parêzgeha Urmîyê, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehîya Îranê ve hat kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirovan Hengaw, şeva borî 24.06.2020ê hêzên çekdar ên Îranê li bilindayîyên gundê Sigrîk a ser bi bajarê Makoyê gule li karwanekî kolberan berdaye û di encamê de kolberekî ciwan jîyana xwe ji dest daye.

Kolberê ciwan ê bi navê Qasim Serbaz ê kurê Tacedîn di encama gule berdana hêzên Îranê ve hat kuştin û bavê du zarokan bû.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin