Li Tirkîyê teqîn: 4 kes mirin

Li Tirkîyê teqîn: 4 kes mirin

Li navçeya Hendekê ya ser bi parêzgeha Sakaryayê ji ber teqînekê li febrîqeyeke fîşekên hewayî herî kêm 97 kes birîndar bûne û 4 kes jî mirine.

A+A-

 

Walîyê Sakaryayê Çetîn Oktay ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twîtterê ragihand li fabrîkaya ku teqîn lê rûdaye 150-200 karmend hene. Herwiha Walî Oktay ragihand heta niha 56 kes birîndar bûne.

Li alîyê din Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahretîn Koca jî derbarê teqînê de postek belav kir û ragihand 97 kes birîndar bûne û 2 kes jî ji ber teqînê koça dawî kirine

Herwiha medyaya Tirkîyê bekav kirîye ji ber teqînê agir bi febrîqeyê ketîye û hêzên tendirustî û hawarçûnê li cihê bûyerê ne û hewl didin rewşê kontrol biki

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin