Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Yazarın Tüm Yazıları >

Lİ TİRKÎYÊ DIJÎ KURDAN ÊRİŞÊN NİJADPEREST

A+A-

Ne nuha, ji berê virda li Tirkîyê dijminîya Kurdan heye, eger Kurdek asimîle nebûbe, nebûbe „Tirk“, rûniştin û rabûn, herweha di peywendiyên xwe va, bi hêla bazirganî, civakî û malbatî va wekî Tirkekî tevnegere,  taybetî daxwaza mafên neteweyî bike ev dibe dijmin û divê bêt tine kirin.

Serhildanên gelê Kurd û pelixandina wan, di pêlixandinê da qetlîamên hatin kirin, pêdivîya şewat, kuştin, tecawûza nîne em bêjin, ji ber ku him mijara me ne ew e û him jî, kesên hay ji dîroka Kurd û Kurdistanê hene, taybetî kesên hay ji berxwedana Kurdan hebe dê asta stemkarîya gelê Kurd zanibim.

Di salên dawî da, li dijî Kurdan êrişên nijadperest pirrtir dibin, êrişa dawî, li bajarokê Merama ser bi bajarê Konyayê ku heft kes ji malbatekê hatin kuştin, bi giştî civata Kurd kir bin bandora xemginîyê.

Çen rojan berê jî li Konyayê, dîsa li bajarokê Meramê êrişê malbateke Kurd hatibû kirin û ji malbatê Hakîm Dalê Amedî hatibû kuştin.

Malbata Dal 20 salin ku li gundê Çakirliköyê bi cî bûbû û sewaldarî dikir.

Malbat Dedeogullari bi dirêjîya 24 salan li Meramê cî bûbû û çotkarî dikir.

Êrişa ku em bêtir xemgîn kirin hetf kesên ji malbata Dedeogullari hatibûn kuştin.

Malpera Rûdawê bûyerê weha dide; „Êvara roja Înê, heft endamên malbateke Kurd li navçeya Meramê ser bi bajarê Konya yê Tirkiyê bi gulleyan hatin kuştin. Ev di demekê de ye, 12ê Gulanê jî grûpekê êrîşî heman malbatê kiribû û her heft endamên malbatê birîndar kiribûn. We demê hinek ji wê grûpê hatin desteserkirin û piştre pênç kes ji wan hatin azadkirin. Ev malbata Kurd 24 sal bû li wê navçeya Konyayê dijiyan. Wê mala ku êrîş biribû ser malbata Kurd, cîranê wan bû.“

Belê li 12î gulanê jî grupek li dorê 60 kesî êrişê malbata Dedeogullari kiribûn, di destpêkê da hinek kes hatibûn girtin, lê paşê ji wana penç kes hatibûn berdan, tevî bervêdana (îtîraz) parêzer Abdurrahan Karabulut.

Binirin, parêzere malbatê Karabulut dibêje çi; „ …kuştin bi profesyonelî hatine kirin, ji lewra gulle bere seriyê zarok dane. Di qetlîmê da ji yekî pirrtir çek bi kar anîne….“

Him li gotinên wezîrên karê hundir Suleyman Soylu, ku gotibû, „  …..ev problema malbatîye, di navbera herdu malbatan da nîzêkî deh salan e ku dubendî heye. Zarokên herdu malbatan li ser pisekekê şer kiribûn“

Dîsa dozgerê dozê gotibû; „Hoyên ku dibêjin ev kiryar bi nefreta nijadperestî hatiye kirin, ji rastiyê dûr in“
Parêzer Karabulut bersive herduya dide dibêje; „Agahdarîyek weha parêzerîya kesên êriş kirin wêda ne tiştek e.  Bi gotinên muwekîlên min  aşkereye (peyîtandî) ku ev êriş bi hoyên nijadperestî hatiye kirin.“

Jixwe di salên dawîyê da li dijî Kurdên rojavayî Tirkîyê êrişên nijadperestî pirrtir bûne û mixabin di encama van êrişan da hinek Kurdan canê xwe ji dest dan.

Her çiqas hatibe weşandin jî ez, dixwazim jimara êrişên ku Weqfa Mafên Mirovan dide li vira binivîsim.

Du tiştan divê em zanibin; yek, êriş ji lîsteya Weqfê pirrtirin, Weqfê hindik berhev kirine, an jî hinek kes naxwazên û taybetî ditirsin ku navê wana li rayagiştî bêt aşkere kirin.

Ya din, êrişên sala dawî, ango sala 2021an ne têda ne.

Weqif êrişên di navbera salên 2003an heta 2020na dide, bê guman berê jî dijî Kurdan êriş hebûn, taybetî di salên notî da kuştinên „falîlî meçhûl“ hebûn û di encama van  êrişan  da gellek sivîl hatibûn kuştin.

Kuştinên ku em „faîlî meçhûl“ dizanin, Sazîya Ewlekarîya Mîlî (MGK) biryar stendibû, bi destî tîmek milîtarîst di nav dewletê da hatibûn kirin. 

Di navbera sala 2003an heta sala 2020an êrişên hatine kirin:

-Sala 2003an Li Enqerê karkerên Kurd di navbera xwe da kurdî daixifîyan û sitranên Kurdî guhdarî dikin, tûşî (stembarê, mexdûr) êrişê dibin.

-Sala 2005an li gundê Karatavuk ser bi bajarê Duzce roja 5î êlûnê êrişê Kurdan hatkirin û di encama êrişê da yek kes hatibû kuştin, ku malbatên Kurd hatibûn ku bindeqan (findik) berhev bikin.

Mixtarê gund gotibû, „Kurdan ji aliyê (bona piştgirîyê) Pratîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve durişm bang kiribûn!“

-Li Stebulê karkerên Tirk êrişên karkerên Kurd kirin ku di heman avahîyê da kar dikirin, ser da polîsan bi copan êrişê karkerên Kurd kiribûn.

-14î pûşperê sala 2008an li Gebzeya bajarê Kocaelî grubek nijadperest êrişê karkerên Kurd kiribûn ku karkerên Kurd di şantîya asfaltê da kar dikirin.

Di encama êrişê da kesek bi giranî birîndar bû, herweha tiştên karkerên Kurd hatin şewitandin.

-Di sala 2009an da, li Bîgaya bajarê Çanakkalê, di dîlana malbata Kel da ji ber ku dîlanê da bi Kurdî sitran hatibû xwendin, êrişê dîlanê hatibû kirin, bi ya malbata Kel polîsan ev êriş han (teşwîk)  dabû.

-Di sala 2012an da li Emete Kutahyayê bi hinceta ku karkerên Kurd qaşo ala PKK bilid kiribûn, li dora 500 kesên Emetî êriş biribûn ser karkerên Kurd û çadirên wana şewitandibûn.

-Di sala 2013an da li Bağcilara Stenbulê ji ber ku du karkerên Kurd di navbera xwe da bi Kurdî axifîyabûn tûşî êrşê hatin.

-Di roja 23î bervenbar 2014an da li Manavgata Antalya grupek nîzêkî 200 kesî êrişê malbatên Kobanî kirin, zirar dan tişt û otobobîlên malbatan, di encama êrşê da hinek malbat neçar man ku ji wir barkin.

-Dîsa di sala 2014an da û li Antalyayê ciwanê bi navê Mahir Çetin tûşî êrişê hat, di ancamê da jîyana xwe dest da, pismamê Mahir, Vedat Çetin gotibû, „grupek dorê 30 kesan êrişê me kirin û digotin ‚pis Kurdler‘.“

-Di sala 2015an da, li Aşkaleya Erzurumê kakerên ku di avahîya TOKÎ kar dikir, bi hoya ku gustîlê di pêçîya karkerekî Kurd da ye û ew jî neşeta PKKye tuşî êrişê hat, karkerên Kurd di bin çarêdêrîya polîsan da ji Aşkaleyê hatin derxistin.

-Di sala 2016an da li Uskudara Stenbulê sê karkerên Kurd ji ber ku li parkê guhdarîya sitrana Kurdî kirine tûşî êrişa grupek nijadperst hatin.

-Sala 2018an li bajarê Sakaryayê maça Sakaryaspor û Amedsporê hebû, berî maçê dîmenên operasyona arteşa Tirk hatibûn weşandin, di encama maçê da girse êrişê jûrên Amedsporê kirin.

-Di sala 2019an da grupek bi 50 kesî ji herêmê başûrê Kurdistanê bi mebesta gerê çûbûn Uzungola Trabzonê, li wira hinek kesan bi stûmala ku li ser Kurdistan hatibû nivîsin, xwestibûn resim bikşînin tûşî êrişek nijadperest hatibûn.

-Dîsa di sala 2019an da li Çanakkale di nexweşxanê da ji ber Ekrem Yaşliyê 74 salî bi kurdî axaftiyê tûşî êrşa hatibû.

-Di sala 2020an da li Etimesuta Enqerê ji ber ku Bariş Çakan guhdarî mûzîka Kurdî kiribû, sê kesan bi kêran êrişê wî kirin û ew kuştin.

-Di sala 2020an da ji ber ku Îsmet Tuna bi dayîka xwe va di bûsê da bi Kurdî axifîyabû tûşî êrişê hat.

-Dîsa di sala 2020an da Firat Polatê ku li Edenê eskerî dikir bi Kurdî sitrana Kurdî got û parve kir, derbarê wî da lêpirsîn hat encamdan.

-Di sala 2020an da Mehmet Nuri Deniz çûbû qeymaqamitîya Şişliya Stenbulê ku alîkariyê bixwaze rastî gotinên biçûkdîtine hatibû.

-Di sala 2020an da Doğan Çetin li Edirneyê eskerî dikir, ji ber ku daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kiribû, him tûşî êrişê eskeran hatibû, him jî hinek efseran berevanîya êrişkaran kiribûn û ligel Doğan Çetin wekî terorîst libat (muamele) kiribûn.

-Dîsa di sala 2020an da li Dinara bajarê Afyonê karkerên Kurd tûşî êrişê hatin û karker Özkan T. hat kuştin du karkerên din jî birîndar bûn.

Li jor çespandinên Weqfa Mafên Mirovan hatin rêzkirin, wekî me gotî, yên ku nehatine çespandin jî hene, taybetî yên sala 2021an da qewimîne.

Li bajarê Mersinê 13î gulana 2021an mabatek Hewlêrî tûşî êrişek nijadperest hatibû.

Dîsa libajarê Mersîn-Bozyaziyê malbatek ji başûrê Kurdistanê ku dixwest heta Antalya here, tûşî êrişê hat û ji mirinê rizgar bû

Di sala 2021an da li rojvayî Tirkîyê, li Afyonê, Li Konyayê, li Manîsayê, li Çanakkaleyî, li İzmirê, li Muğlayê, li Antalyayê ….û hwd li dijî Kurdan êrişên nijadperest hatin kirin.

Em qala êrişên li ser avahîyên Partîya Demokratîka Gelan (HDP) nekin, ewan jî ji ber ku HDP bi navê Kurdan tê naskirin, bona vê êriş li ser wê hene.

Li gellek bajaran an bajarokan avêtin ser avahîya HDPê û derî û cam şikandin, zirar dan avahîyê.

Li İzmirê yekî avet ser avahîya HDPê û jina bi navê Deniz Poyraz kuşt û cam û deriyê avahîyê rûxandin.

Li Sultandaği ser bi bajarê Afyonê va êrişê malbatên karkerên Kurd hat kirin, şêniyê bajarokê Dereçine gotibûn, hûn Kurd in em we naxwazin“ û di encama êrişê da heft endamên malbatên Kurd birîndar bûn.

Li bajarokê Meramê ser bi bajarê Konyayê va, li Çarikliköyê roja 21î tîrmehê

êrişê malabata Dal hat kirin, malbata Dal ji Amedê çûbû û 20 salin ku li wira bicî bûbû.

Di êrişê da Hakim Dal hatibû kuştin, hinek endamên malbatê birîndar bûbûn.

Dîsa li bajarokê Meramê ser bi bajarê Konyayê va 29î tîrmehê êrişê malbata Dedeogullari hat kirin, wekî li jor hatî gotin, malbata Dedeogullari 24 salin li Merayê ye, çend rojan berê êrişê malbatê hatibû kirin, kesên êriş kirin giribû, „em ulkucu ne û we naxwazin“ û paşê, yekî bi navê Mehmet Altun heft endamên malbatê kuştin.

Bi jimartinê paşî jê naye, li herderê rojvayî Tirkîyê êrişê Kurdan dikin, naxwazin bi Kurdan va cîran bin, dijminîya Kurdan dikin.

Ev êrişkarî li herêma Deryaya Reş gellek aşkere ye, him kar nadin Kurdan, Kurdên ku çadir vekirine rastî êrşan têne.

Bona ku kar nedin Kurdan ji Gurçîstanê karkeran tînên, karê xwe bi vana dikin.

Eger we bala xwe dabe, Kurdên ku tûşî êrşen nijadperest hatine li rojavayî Tirkîyeyê ne.

Divê em ji xwe pirsin çima Kurd derin rojavayî Tirkîyê, an peravên Deryayê Reş?

An jî çima derin navenda Anadolêyê?

Pirr aşkereye ku ji ber kar derin wira, li herêma Kurdistanê derfetên kar tine ne û bona debara xwe heta rojavayê Tirkîyê  derin.

Eger derfetên kar hebin gelo heta rojavayî Tirkîyê derin, bê guman bersiva vê pirsê NA ye.

Ez bang li kesên ku derfetên xwe heyî, ango kêsên ku diçin li rojavayî Tirkîyê sermayê radizînin, veberhênanê dikin û derfetên kar diafrînin, ango derfetên îstîhdamê diafrînin bila li herêma Kurdistanê sermayê razînin.

Kesên ku çûne li rojavayê Tirkîyê bûne xwedî kargehan bila bên li Kurdistanê wî karî bikin û bila îstahdamê biafrînin, bila Kurd neçar nebin heta rojavayî Tirkîyê neçin.

Kesên heta peravên deryayan derin li rojvayî, an li navenda Tirkîyê avahî dikirin bila li Kurdistanê bikirin, eger derya dixwazin bila li peravên Gola Wanê, an li peravên din yên li Kurdistanê hene bikirin, an avadanîyê bikin.

Eger bi qasî rojava Tirkîyê qezenc nebe jî, sermeyedar li welatê xwe û bi mebesta parastina hemwetîyên xwe sermeyêya xwe radizînin, ev hezkirinek cûda ye.

Eger wisa be bawerbikin kesek jî heta rojavayî Tirkîyê naçe.

Li herêma me, ango li Kurdisnê her tiştên me heye, tenê li hêla netewewî va bibes me ne nişmendin.

Ava me heye, nefta me heye, mirovên me ciwan in, deşt û cîyayên me hene, me divê em qîmeta vana zanibin û ji hev ra destek bin.  

Van rojan li pêrên Deryayê Navend û li pervavên Deryayê Ege daristan dişewitin.

Li ser vemirandina şewatê gellek niqaş hene, di heman demê da li Hozata Dersimê û li daristanên Muşê şewat heye, bala xwe bidin nûçeyan, qet qala herdu şewetan nayê kirin.

Heta hinek hemwelatî xwestine destekarîya şewatê bikin, biçin û vemirînên lê hêzên ewlekarîyê pêşî li wana girtîye.

Ev mînakek balkêş e.

Ez li hemû malbatên ku tûşî êrişên nijadpest hatine û jîyana xwe ji dest dane, kesûkarên vana ra ser saxî dixwazim, hevxemê wana me.

Ji birîndaran ra rojek berê rojekê tendûristî hêvî dikim.

Mahmut Kilinc

02.08.2021/Semsûr

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin