Li Tirkiyê di 7 mehan de 285 jin hatine kuştin

Li Tirkiyê di 7 mehan de 285 jin hatine kuştin

Li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di heyama 7 mehên îsal de, 285 jin hatine kuştin.

A+A-

Li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di heyama 7 mehên îsal de, 285 jin hatine kuştin. Li gor daneyên hatine belavkirin, tenê di meha Tîrmehê de 31 jin hatine kuştin. Li du bajarên Bakûr, rêjeya kuştina jinan bilind e.


 

Li Tirkiyê ‘Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin’ derbarê tundûtûjiya li hemberî jinê raportek belav kir.


 

Di wê raportê de tê aşkerekirin ku di heyama 9 salan de tundiya li hemberî jinê zêde bûye û rêjeya kuştina jinan 4 caran zêdetir bûye.


 

Li gor daneyên wê platformê, di sala 2010an de 180 jin, 2011an 121 jin, 2012an 210 jin, 2013an 237 jin, 2014 294 jin, 2015an 303 jin, 2016an 328 jin, 2017an 409 jin, 2018an 440 jin hatine kuştin.


 

Ev hejmar nîşan didin ku tundûtûjiya li hemberî jinê di 9 salan de ji sedî 264  zêde bûye. Herwiha di sala 2019an de jî li gor amaran heman tundî, li hemberî jinê berdewam dike.


 

Li gor amaran, di 10 salên dawîn de li Tirkiyê 2 hezar û 337 jin hatine kuştin. Herwiha di vê heyamê de 267 jin li Stenbolê, 141 jin li Îzmîrê û 106 jin jî li Edene û Enqerê hatine kuştin ku bi vî awayî jin herî zêde li Stenbolê hatine kuştin.


 

Li gor heman amaran, li bajarên Bakûrê Kurdistanê jî jin herî zêde li Dîlok û Amedê hatine kuştin ku li gor vê yekê li Dîlokê 88 û li Amedê jî 46 jin hatine kuştin.


 

‘Navenda Çavdêriya Jinan’ dê bê avakirin


 

Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê, ji bo rêlibergirtina tundiya li hemberî jinê, zewaca di temenê biçûk û bi zorê de dê li nexweşxaneyên dewletê, ‘Navenda Çavdêriya Jinan’ ava bike. Di vê çarçovê de yekem navend dê li Enqerê bê vekirin.


 

Bi vê yekê ew jinên ku rastî tundiyê û destdirêjiyê tên, pêwîstî bi wê namîne li navendên polîs, dozgerî an nexweşxaneyê bigerin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin