Li Tirkiye bi sedan zarok û pitik ligel dayikên xwe di girtîgehan de ne

Li Tirkiye bi sedan zarok û pitik ligel dayikên xwe di girtîgehan de ne

.

A+A-

 Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Turan Aydogan diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîka 345 zarok û 780 pitik bi neçarî ligel dayikên xwe di girtîgehan de dimînin û got, pêşniyara wan bo serrastkirineke yasayî çêbûye lê desthilatê qebûl nekiriye.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Turan Aydogan bi helkefta 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî daxuyaniyek da.

Aydogan dibêje li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê yên 2021ê nêzîka 345 zarok û 780 pitik ligel dayikên xwe di girtîgehan de tên girtin û amaje bi wê yekê da ku ew bi taybet bi mijarên wek hejartiya zarokan, zarokên neçar dibin suc dikin, zarokên di girtîgehê de, zarokên karker û xebitandina zarokan ve eleqedar dibin.

Aydogan da zanîn ku li Tirkiyê zarok rûbirûyê gelekî zehmetiyan dibin û got: “Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) yên Adara 2021ê li Tirkiyê 720 hezar zarokên temenê wan di navbera 5 û 17 salî de neçar dibin kar bikin. Herwiha 1,5 milyon zarokên xwendekar ên ku şagirtîtiyê dikin û perwerdeya pîşeyî dibînin li van amaran nehatine zêdekirin. Wê demê mirov bi giştî dikare bibêje herî kêm 2 milyon zarok kar dikin.”

Li gor amarên Desteya Ewlekariya Kar û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) ên 2021ê ji sedî 30,8ê zarokan di sektora çandiniyê, ji sedî 23,7 di sektora pîşesazî û ji sedî 45,5 jî di sektora xizmetkirinê de neçar dimînin ku kar bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin