Li Sûriyeyê di 10 salên dawiyê de 306 hezar û 807 sivîl hatine kuştin

Li Sûriyeyê di 10 salên dawiyê de 306 hezar û 807 sivîl hatine kuştin

.

A+A-

Li gorî rapora Desteya Mafên Mirovan a NYyê, li Sûriyeyê di 10 salên dawî de rojê 83 sivîl di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora dawî ya Desteya Mafên Mirovan a NYyê, roja Sêşemê aşkere kir. Rapor derbarê sivîlên li Sûriyeyê di dema şer û pevçûnan mirine de ye. Li gorî raporê, di navbera 1ê Adara 2011ê û 31ê Adara 2021ê de li Sûriyeyê, 306 hezar û 887 sivîl mirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Desteya Mafên Mirovan a NYyê, rapora derbarê mirina sivîlan de li gorî zanyariyên çendîn çavkaniyan amade kiriye. Di vê raporê de 143 hezar û 350 sivîlên ku nav, dîrok û cihê ku lê mirine bi belge diyar in. 163 hezar û 537 sivîl jî derbarê wan de hûrgilî nebûn lê bi têkildarkirin û texmînên sîstema piralî yên cida cida ew hejmar derketiye holê. Li gorî van zanyariyan, li Sûriyeyê 306 hezar û 887 kes mirine.

"Rewş cidî ye"

Komisera Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bacheletê têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku ev ne tenê hejmarên îstatîstîkî ne, lê di heman demê de nîşaneya mirina sivîlan e. Bacheletê gotiye ku mirina her sivîlekê/î, bandor li ser malbat û civakê kiriye û ev hejmar ango tablo di heman deme de jî cîdiyet û pîvanên şerî dide nişandan û fikrekî eşkere datîne holê.

Bacheletê destnîşan kiriye ku di 10 salên dawî de rojane herî kêm 83 sivîl di şer de mirine. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin