Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Sûrîye Guhertin û Denklem!

A+A-

Berî ku DAÎŞ derkeve holê, li seraxa Sûrîye hêza dewletê li bertêk çûnê bû. Opozisyonek xurt hebû û di qada navnetewî de jî xwedî bandor bû. Bi hêzbûna DAÎŞ re opozîsyona Sûrîye ket û têk çû. Ji %60-70 axa Sûrîye ket destê DAÎŞ. Ev rewşek metirsîdar bi xwe re anî. DAÎŞ êrîş anîser Kurdistanê. Hin li Sûrîye û hin li İraq hedefa DAÎŞ a mezin bû têkbirina kurdan.

 

Vê rewşê pir zelal derxist ber me ku di organîzekirina DAÎŞ de, piştgirên herî mezin, dijminên Kurdan û dewletên hevalbendên wan bûn. Sûrîye bû, Tirkîye bû, İraq bû û Îran bû. Ji çar hawêrên cîhanê ew pîçên îstîhbaratan komkirin, organîzekirin û berdan ser pêsîra Kurdan. Di vir de hêza ku herî serkevtî derket dewleta Sûrîye û hevalbendên wê bûn.

 

Emerîka û Hêzên Hevpeymanan dev ji hilweşandina îktîra BAASîyên Sûrî berdan û ev çar sal in bi mebesta „li hember DAÎŞ şer“ hevalbendên leşkerî ji xwe re çêkirin û li herêmê tevdigerîyan.

 

Sûrîye, hin axa di destê opozîsyonê de û hin jî beşek ji axa ku ketibû destê DAÎŞ bipaş de vergirt. Vê jî hêzek siyasî da hêza dewletê.

 

Di vê pêvajoka têkbirina DAÎŞ de, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ji hêla leşkerî de li henber DAÎŞ bi kurdan re ketin têkilîyê. Xwestin ku Kurd wek miletekî di navxwe de yekitîya xwe çêkin û xwedî li axa xwe derkevin. Mixabin ji ber têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîye re, sîyaseta PKK ku li herêmê xwedî hêz bû, rê neda ku ev yekitî bê avakirin. Li henber hêzên Kurd ku dijî wan in, bitûndî tevgerîya û bi helwestek totalîter li henber vê ênîya netewî helwest girt. Ênîyek netewî, hêzek netewî a leşkerî red kir. Piştî vê jî li gor stratejîya „SûrîyekYekgirtî“ HSD (Hêzên Sûrîye Demokratîk) hat avakirin. Emerîka û Hêzên Hevpeymanan di avakirina HSD de rolekî serete lîstin û Piştgirîyek leşkerî, lojîstîk û perwerdeyîdan HSD û YPG. Bi vê hema hengîyê li seraxa Sûrî û Başûrê Rojavayê Kurdistan, DAÎŞ şikestin xwar.

 

Di vê pêvajokê de Tirkîye rehet nesekinî. Pêşî di kûraya 40-45 Km. de ket herêma Cerablûs û Efrîn îzole kir. Piştî ku li vê herêmê armancên xwe bicîhkir, ket Efrîn û derdorê wê jî. Ji hêla Hatay de ket jê ra herêmê û li İdlib û Minbic bicîhbû û bi armanca parastina van hêzên tûndrev, heta nêzîk Hama bandorek leşkerî avakir. Tirkîye, bi hêzên tundrev û îslamîstre tevgerîya, di ser Tirkîye re rêya alîkarî û lojîstîkê ji wan re vekir. Ev hêzên Tundrevanî li Efrîn û Carablûs bicîhkir. Li gor agahîyên di dest de, Tirkîye ji hêla demografîk de herêma Efrîn û Cerablûs bi carekê de guhert. Nêzî 400 hezar penaberên Erebanîye û li seraxa Kurdan, li ser mal û milkên kurdan bicîhkirîye. Rojavayê Firat bi carekê xist destê xwe û ji hêla demografîk de serûbin kir. Îro li serbeşek ji axa Başûrê Rojavayê Kurdistan revandin, talan, kuştin bi destê dewleta Tirkan têt meşandin.

 

Li ser esasên dijminatîya kurdan, Tirkîye ev qozên xwe bi hevalbendên xweyên Astana re meşand. Ev hin li hesabê Rusya, hin li hesabê Îran û hin jî li hesabên Sûrîye dihat.

 

Mixabin rewşa hebûna Tirkîye li derdorê İdlib û Minbiç, têkilîyên Tirkîye bi van hêzên tundrev re li hesabê Rusya û Sûrîye û Îran nedihat. Ji bervê jî, ji civînên bi hevalbendîya Rusya û îran re encam nedida. Ji ber ku Rusya, Sûrîye û Îran ji vê helwesta Tirkîye li İdlib û Minbic acizbûn. Dan û stendinên Astana xetimîn.

 

Tirkîye bi hêzên Erebyên tundrev re li ser rojavayê Firat guhertinek demografîk meşand. Niha dixwaze vî pîlanê xwe ji bona seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistan bikarbîne. Di avakirina „mekanîzmeke ewlehîyê“ de nakokîyên di navbera Emerîka û Tirkîye de yek jê eve. Tirkîye dixwaze vî pîlanê avakirina „mekanîzmeke ewlehîyê“ li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan, jibona guhertinek demografîk li dij kurdan bikarbîne. Ji ber wê jî di asta tehdîda penaberan de zirtan li Yekitîya Ewrûpa dike. Qozê penaberan bikartîne, jibona ku bikaribe beşek ji penaberên Ereb li ser axa kurdan, li sermal û milkê Kurdan bicîh bike, ku demografîya vê herêmê bêt guhertin. Ku pêşîya Kurd bigire, Kurd nikaribin doza axê bikin. Doza destkevtinên netewî bikin. Ev armancên tirkîye eşkere li berçavan e.

 

Di vî warî de bêdengîya YE. jî vê derfetê dide Tirkîye. YE. jî jibona ku pirtir penaber berê xwe nedin welatên wan, li henber van kirinên Tirkîye bêhelwestin. Ev jî tê wê wateyê ku YE. ji bona van şantajên penaberan, çavê xwe jikirin û karesatên ku Tirkîye li ser axa kurdan dimeşînin re digirin. Rapora Rêxistina Mafên Mirovan ku li ser herêma Efrîn û tevahîya rojavayê Firatê hatîye amadekirin, kirin, barbarî û karesatên dewleta tirkîye eşkere derdixe ber me,ku hin Emerîka, hin Rusya û hin jî YE. çavê xwe jê re digirin û li henber van kirinên barbarîker û lalin.

 

Di warê çareserkirina pirsgirêka Sûrîye de NY. (NetewênYekgitî) jî ti gavên berbiçav heta niha navêtine. Ne di warê avakirina nexşeya siyasî a Sûrîye de û ne jî di warê avakirina makezagonek nû ji Sûrîye re ti gavên nû xuya nakin. Ev jî tê wê wateyê ku NY. jî ji xurtbûn û ji nû ve rolgirtina Beşar Esad re amade ne.

 

Ku li ser axa Rojavayê Başûrê Kurdistan Kurd nebin yek, ênîyek Kurd û kurdistanî ava nekin, nikarin xaka xwe ji van êrîş, tehlûkan û karesatên xerab biparêzin. Ji bona ku Kurd li ser axa xwe xwedî destkevtin bin û hevgirtî, xurt cîhbigirin,ev şert e. Mixabin heta niha, siyaseta PKK û bandora wê li ser PYD û YPG, rê nedaye ku ev bingeh bêt avakirin.

 

Di vî warî de Emerîka jî ne xwedî helwesteke rênîye. Heta niha ti pîlanek emerîkayê erênî jibona destkevtinên Kurdan û nexşeyek sîyasî nû jibona Sûriye, berbiçav tineye. Di warê yekgirtina kurdan de jî bêhelwest xuya dike. İngîltere û Fransa di warê ava kirina yekitîya Kurdan de hinek danûstendin meşandin. Heta niha ji van danûstendinan jî ti encam derneketine.

 

Ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan, Kurd di navbera xwe de Ênîyek Kurd û Kurdistanî ava nekin, rojên reş li pêşîya wan in. Her ku rejîma Sûrîye xurt bibe, wê cîh li kurdan teng bibe.

 

Yekem berpirsîyarê vê rewşê rêveberîya Rojava û sîyaseta totaliter a PKK ye.
Bi sîyaseta "biratîya gelan û parastina yekitîya axa Sûrîye", pêşî li kurdan girtin ku li ser axa xwe, wek miletekî xwedî li mafên xwe û axa xwe derkevin. Vê helwestê berjewendîyên miletê Kurd xist bin bandorek metirsîdar..

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin