Li Sûdanê lehî

Li Sûdanê lehî

Li Sûdanê pileya germayê nizim bûye û lehiyê zerar gihandiye piraniya parêzgehan. Ji ber lehiyê zerar gehişte 17 parêzgehên Sûdanê û 62 kesan canê xwe ji dest dan.

A+A-

Li Sûdanê pileya germayê nizim bûye û lehiyê zerar gihandiye piraniya parêzgehan. Ji ber lehiyê zerar gehişte 17 parêzgehên Sûdanê û 62 kesan canê xwe ji dest dan.

 

Li bakurê Xertûmê xaniyên xelkê ketine bin avê. Heta niha ji ber lehiya li wî welatî 62 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din jî birîndar in. Ji 18 parêzgehên Sûdanê ji ber lehiyê zerar gehiştiye 17 parêzgehan.


 

Akinciyê Xertûmê Tacedîn dibêje: “Jiyana piraniya xelkê wan navçeyan li ser çandiniyê ye, niha jî hemû navçe di bin avê de maye, ti cihek nehiştiye.”


 

Tendirûstiya Sûdanê amarên zerara lehiyê belav kirin. Ji ber lehiyê zerar gehiştiye 35 hezar û ‎‎750 xanî û malan. Sê hezar û 636 çêlek ji ber lehiyê jinav çûne.


 

Xwebexş Umer Osman jî got: “Rewş niha li Wad Ramli gelekî dijwar e, nêzîka 7 hezar xaniyan bi tevahî herifî ne, li vê derê pêdiviya xelkê Sûdanê gelekî bi cil û derman heye, pêdiviya me bi çadiran heye, ji ber hejmara çadiran li gor hejmara malbatan kêm e.”


 

Sêzdeh sal e lehiyeke wiha li Sûdanê çênebûye. Hejmareke zêde ya xelkê di nav çadiran de li benda alîkariya rêxistina ne. Piştî çendîn meh krîza siyasî, krîza mirovî bestika Sûdaniyan girtiye.


 

Akinciyê Navçeya Wad Ramli Ewad Îsmaîl anî ziman: “Li vê derê cil û bergên xelkê nînin, piraniya xelkê hemû tiştek bicîh hiştine, daku zarokên xwe bighînin cihê silamet.”


 

Li Sûdanê herî zêde zerar gehiştiye navçeyên nêzîkê çeman. Havînê li Sûdanê pileya germayê bilind e û heta 45 pileyan jî bilind dibe. Lê roja Sêşemê pileya germayê li Xertûmê 28 pile bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin