Li Stenbolê koça ji ber erdhejê dest pê kiriye

Li Stenbolê koça ji ber erdhejê dest pê kiriye

.

A+A-

Azad Altun

Piştî erdheja li Mereşê ku rê li ber hilweşîneke mezin vekir, Stenboliyan ji ber tirsa erdhejê dest bi koçê kirin û terka bajêr dikin. 

 Piştî erdheja li Mereşê ku rê li ber hilweşîneke mezin vekir, Stenboliyan ji ber tirsa erdhejê dest bi koçê kirin û terka bajêr dikin. Li gorî raportan li Stenbolê 200 hezar avahî hene ku dê bêne hilweşand. Eger hilneweşin û ji nûve neyêne çakkiri wê jiyana 3 milyon kesî zêdetir di bin metirsiyê de be. 

Piştî hilweşîna mezin ya erdheja ku navenda wê Mereş bû erdheja sala 1999an anî bîra Stenboliyan û Stenbolî ji niha ve ketin nav liv û lebata terka ji bajêr. Li gorî Serokê Sendîkaya Karê Naklîyatê Ya DÎSkê Ali Riza Kucukosmanoglu ji navçeyên ku avahiyên kevin lê ne wekî Kadikoy, Avcilar, Beylukduzu, Bagcilar û Sefakoyê û gelek navçeyên din ên Stenbolê welatiyan dest bi koçê kiriye.

Serokê Sendîkaya Karê Naklîyatê DÎSK Ali Riza Kucukosmanoglu ji K24ê re ragihand: "Mixabin piştî erdheja li Mereşê metirsiya li Stenbolê zêde bû û gelek endamên me û welatî ji Stenbolê koç dikin. Lê em dibêjin divê dewlet vê proseyê birêve bibe û kesên ji bajêr diçin bila ji wan re alîkariyek bê dayîn û kar bê dabînkirin. Ev bergirî neyê girtin digel kêşeya erdhejê, yên ku ji Stenbolê diçin jî wê bibin kêşeyek mezintir li Tirkiyê li wan deverên ku dê jiyana xwe lê berdewam bikin."

Li gorî kmpaniyên veguhestinê jî beriya erdhejê rojane herî zêde 3 telefonên bo barkirina avahiyan werdigirtin. Lê piştî erdhejê zêdetirî 25 kesan rojane telefonî wan dikin. 

Welatiyekî Kurd yê bi navê Lokman Yeşiltaş ji K24ê re ragihand: "Ez li Fatîhê dijîm û avahiya ku ez lê dimînim 50-60 salî heye û dema erdhej pêk bê jî wê hilweşe. Ev 10 al in li Stenbolê me. Derbarê erdhejê de di warê dahatûya vî bajarî de reşbîn im. Egera koça min heye lê ez dixwazim bergirî bêne ragirtin wekî çaksaziya avahiyan. Ev yek pêkan e." 

Herwiha welatiyê Kurd Nisredîn Burta jî dibêje: "Yê bitirse jixwe diçe yê netirse jî dimîne niha. Yê bitirse dema Xweda bide li wî jî dixe. Ecelê kê hatibe li ber ecelê xwe nareve. Niha be here ku jî wê dîsa ecelê wî bê.”

Li gorî raportên emlakfiroşan jî ji sedî 70ê yê Stenbolê dixwazin avahiyên xwe biguherînin ji ber eger û metirisya erdhejê. Lê ji ber nebûna derfetên aboriyê ew di malên ku jiyana wan di bin metirsiyê de ye dimînin. 

Çavkanî: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin