Li Stenbolê 4 ciwanên ji Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan

Li Stenbolê 4 ciwanên ji Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan

.

A+A-

Hat ragihandin ku 4 ciwanên Mêrdînê yên ku li Stenbolê di xwaringeheke pîdeyê de dixebitîn û ji ber cihê wan ê manê nebû her li wê xwaringehê diman, ji ber gaza karbonmonoksîdê jehrî ketine û jiyana xwe ji dest dane.

Bûyer duh li Kolana Vîdînê ya Taxa Sîlîvrikapî ya Stenbolê çêbûye.

Her çar ciwan ximzên hev in, ji navçeya Kabala ya Mêrdînê ne û nasnameya wan ciwanan wiha hatiye ragihandin: Mehmet Erboga, Beşîr Erboga, Mehmet Erboga û Abdulkadîr Erboga.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, dema ku her 4 ciwan di qata jorîn a xwaringekê razabûne, agir bi dikanê ketiye û şewat derketiye.

Tê gotin ku Mehmet Erboga, Mehmet Beşîr Erboga û Mehmet Erboga û Abdulkadir Erboga ji dûmanê jehrî bûne.

Li gor zanyariyan, kesên ku ji ber bûyera agirpêketinê diçin xwaringehê, dema dibînin ku her çar ciwan bê liv li erdê ketine, polîsan û ekîbên tendirustiyê agahdar dikin.

Di pişkinînên destpêkê de hat diyarkirin ku Mehmet Erboga, Mehmet Beşîr Erboga û Mehmet Erboga ji dûmanê bi jehrê ketine û jiyana xwe ji dest dane û Abdulkadir Erboga jî di rewşeke xirab de ye.

Cenazeyên her sê ciwanan ji bo karên otopsiyê rakirine morga nexweşxaneyê.

Ji bo Abdulkadir Erboga jî midaxeleya destpêkê ji aliyê ekîbên tendirustiyê ve li cihê bûyerê tê kirin. Lê tevî hemû hewldanan Abdulkadir jî jiyana xwe ji dest dide.

Hate zanîn ku dê cenazeyên her 4 ciwanan bo navçeya Artuklu ya Mêrdînê bên veguhastin û li gundê wan bên veşartin.

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin