Li Sri Lankayê petrol qediya, hemû dibistan hatin girtin

Li Sri Lankayê petrol qediya, hemû dibistan hatin girtin

.

A+A-

Li Sri Lankaya ku bi qeyraneke giran a aboriyê re rû bi rû ye, petrol qediya. Hat ragihandin ku ji ber nemayîna sotemeniyê, li seranserê welêt dibistan hatine girtin û ji karmendên giştî jî hatiye xwestin ku neçin ser karên xwe.

Li welatê Asyaya Başûr Sri Lankayê, qeyraneke mezin a aboriyê tê jiyandin ku ev qeyran di dîroka Sri Lankayê de nehatiye dîtin. Ji rayedarên welêt hat ragihandin ku ji ber qeyranên elektrîk,  sotemenî û xurekan, li raya giştî hemû qad hatine rawestandin û ji bo hemû dibistanên li seranserê welêt, betlane hatiye ragihandin.

Serokwezîrê Sri Lankayê Ranil Wickremesinghe, roja duşemê ragihandibû ku petrola di destê wan de têrî rojekê maye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin