Li Şirnexê şer derket

Li Şirnexê şer derket

li Şirnexê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de şer derket

A+A-

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.


 

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li navçeya Silopî ya Şirnexê, di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer derketiye.


 

Di daxuyaniyê de hatiye ragihand ku di encama wî şerî de, 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.


 

Li aliyê din Wezareta Nevxwe ya Tirkiyê jî daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku di operasyoneke asmanî de li Şirnexê gerîlayekî PKKê canê xw ji dest daye.


 

Li bajarên Colemêrg, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê operasyonekî berfireh ya leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin