Li Şirnexê liv û tevgera kontrgerîla

Li Şirnexê liv û tevgera kontrgerîla

Şêniyên herêmê da zanîn ku tîmên ‘Hançer’ û ‘Bayrak’ li vê herêmê bi cilên gerîla digerin û ketine nava liv û tevgerê

A+A-

Li herêma Çiyayê Cudî û Bestayê operasyonên dewleta tirk didomin. Şêniyên herêmê da zanîn ku tîmên ‘Hançer’ û ‘Bayrak’ li vê herêmê bi cilên gerîla digerin û ketine nava liv û tevgerê

Li herêma Çiyayê Cûdî û Besta bê navber operasyonên leşkerî tên lidarxistin. Di van operasyonan de leşker û cerdevan bi hevre gelek caran bi ser gundan de digirin. Di rojên dawî de dîsa bi tevlêbûna gelek leşker, tîmên taybet û cerdevanan li herêmê operasyon tên lidarxistin. Ji ber operasyonên zêde welatî dîsa nikarin biçin kar û barê xwe yên li nava zeviyan bikin.

Hat zanîn ku qereqolên herêmê bê navber çiya û zozanên herêmê bombebaran dike. Operasyona dawî jî li herêma Navyan, Nerex, Kiron, Avgamasiya, Buryan û Bajaroka Gundikê Melê zêde bûye.

Cil û bergên gerîla li xwe dikin

Têkildarî mijarê welatiyên ji herêmê axivîn û diyar kirin ku ji ber operasyonê nikarin biçin nava dahl û rezên xwe û nikarin karên xwe yên rojane bikin. Welatiyan anîn ziman ku di operasyonên dawî de dîsa wekî salên 1990’î tîmên taybet cilên HPG’iyan li xwe dikin û li herême digerin.

Tîmên kontra

Welatiyan destnîşan kir ku wekî tîmên taybet ên ‘Hançer’ û ‘Bayrak’ cilên HPG’iyan li xwe dikin û li herêmê digerin û derdikevin operasyanan. Endamên Tîmên ‘Hançer’ herî dawî di tîrmeha 2009’an de li navçeya Elkê Necman Olmez (35) û Ferhat Edîş (35) kuştibûn. Piştî bûyerê ji endamên tîmên Hançer 6 jê cerdevan 9 kes rastî cezayê muebetê hatibûn. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin