Li Şingalê vekirina 6 gorên komî destpê kir

Li Şingalê vekirina 6 gorên komî destpê kir

.

A+A-

Vekirina gorên komî yên li gundê Qinê yê ku di dema êrîşa rêxistina DAIŞ'ê de li Şingalê rastî komkujiyeke mezin hatibû, bi merasîmeke olî û bi jenîna defê dest pê kir. Bi destûra Rêberê Rûhanî yê Êzdiyan Baba Şêx 6 gorên komî li vî gundî tên vekirin.

Li gorî agahiyên şahidan, tê texmînkirin nêzî 100 kes di wan 6 gorên komî de hatibin definkirin.

Sala 2014’an di dema êrîşên çekdarên DAIŞ’ê de li Şingalê komkujiyeke mezin li ser Êzdiyan pêk hatibû. Piştî ku Hêzên Pêşmerge di sala 2015an de bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî Şingal ji destê DAIŞê rizgar kirin, bi dehan gorên komî li deverê hatin dîtin.

Bi destûra Babe Şêx, Rêberê Rûhanî yê Kurdên Êzdî di merasimekê de 6 gorên komî yên serdema êrîşa DAIŞê li gundê Qinê hatin vekirin.

Welatiyê bi navê Xalid Xidir ku xizmên wî di nava wan goran de hene, ji Rûdawê re dibêje, şeş gorên bi kom li gund hene û ew dê wan goran vekin. Xalid Xidir hêvî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de gorên din ên komî jî veke.

Ilyas Xelef niştecihê gundê Qinê li başûrê Çiyayê Şingalê, bi xwe şahidê tawanên DAIŞê li gundê xwe bûye û kurê wî yê 18 salî yek ji qurbaniyên êrîşa DAIŞê ye û kurê wî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li ber çavê wî hatiye gullebarankirin.

Ilyas Xelef ji Rûdawê re behsa dema hatina DAIŞê bo nav gundê Qinê dike û dibêje, ew li bilindahiyekê bûn dema DAIŞ derbasî nav gund bû. Ilyas Xelef got: “Tevahiya xelkê girtin û jê re gotin, ala spî bilind bikin em tiştekî li we nakin, piştî ku tevahiya xelkê kom kirin, ew anîn wir û bi gulle ew kuştin. Min ji bilindahiyê lê mêze dikir, tiştek ji destê min nedihat.”

Di merasima vekirina şeş gorên komî yên gundê Qinê de malbat û xizmên qurbaniyan, kesayetên olî û berpirsên saziyên hikûmetê amade bûn. Bi gotina Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê yê bo Karûbarên Êzdiyan, heta niha li Şingalê 87 gorên komî hatine dîtin.

Hisên Qasim, Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê yê bo Karûbarên Êzdiyan ji Rûdawê re got, li gor agahiyên li cem wan heta niha 87 gorên komî li sînorê qezaya Şingalê hatine destnîşankirin û hewldan bo dîtina gorên din jî berdewam e.

Bi gotina Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê, li Şingalê bi sedan gorên yek kesî jî hene.

Heta niha li Şingalê 36 gorên komî bi awayekî fermî hatine vekirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin