Li Şingalê êrîşa bi dronan

Li Şingalê êrîşa bi dronan

.

A+A-

 Îro dronekê cihek li navçeya Şingalê bombebaran kir, û li gor agahiyan di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an serê sibê dronekê Herêma Barê ya ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kir.

Li gor agahiyan, di êrîşa îro de avahiyek hatiye hedefgirtin.

Medyaya nêzîkî PKKê jî ragihandiye, droneke Tirkiyê malek li gundê Xelef ê ser bi Herêma Barê ya Şingalê ve bombebaran kiriye.

Rêvebirê Nahyeya Sinûnê yê bi wekalet, Xudêda Çukê derbarê êrîşa îro ya li Şingalê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro serê sibê, firokeyeke Tirkiyê malek li gundê Çûmû ku wek gundê Xelef jî tê naskirin, bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.”

Xudêda Çukê diyar kir: “Ambulans ber bi cihê êrîşê ve çûne, lê belê hêj bi temamî zirarên canî nehatine zanîn.”

Rêvebirê Nahyeya Sinûnê yê bi wekalet tekez kir, ew mal li navenda gund dûr bûye û gund dikeve nêzîk Çiyayê Barê yê li ser sînorê Sûriyê.

Li aliyekê din Dije Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di êrîşa îro ya droneke Tirkiyê de li Şingalê 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatine kuştin.

Tirkiyê têkildarî êrîşê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Herwiha rayedarên xwecihî yên Şingalê û hikûmeta Iraqê jî derbarê êrîşa îro de hêj ti helwest nîşan nedane.

Roja 16ê vê mehê jî êrîşeke din a bi dron li Şingalê hatibû kirin.

Wê demê Rêvebirê Nahyeya Sinûnê yê bi wekalet Xudêda Çukê ji Rûdawê re gotibû, “Ew cihê hatiye armanckirin, nêzîkî navenda polîsan a Xanesorê ye û navenda polîsên Iraqê ye” lê tekez kiribû, di encama êrîşê de ti kuştî û birîndar nebûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin