Li Silêmanî û Çemçemal du torên DAIŞê hatin girtin

Li Silêmanî û Çemçemal du torên DAIŞê hatin girtin

.

A+A-

 Li Silêmaniyê û Çemçemalê 2 torên DAIŞê hatin girtin  ku dixwestin teqînan li Herêma Kurdistanê encam bidin.

Ajansa Parastin û Zaniyarî belav kiriye, wan Li Silêmanî û Çemçemalê, 2 torên metirsîdar yên DAIŞê girtine ku gurûpekê ji wan dixwest, “teqînên terorî” li Herêma Kurdistanê encam bide.

Ajansa Parastin û Zanyarî dibêje, li ser fermana Serokê Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê, di rojên 13, 23ê û 25ê vê mehê de, 3 operasyonên cuda li bajarê Silêmaniyê û qezaya Çemçemal encam dane.

Ajansa Parastin û Zanyarî belav jî kiriye jî, ku 8 terorîstên ser bi rêxistina DAIŞê ve hatine girtin û ji bo dadgehê hatine şandin.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû ku Asayişa Silêmanî bi hevkariya Rêveberiya Asayişa Şarezûr “du serkirdeyên DAIŞê û tîmeke terorîstî li parêzgehên Helebcê û Helebcê desteser kirin” wek şaneyên raketî li sînorê Herêma Kurdistanê xwe veşartibûn.

Li gor zanyariyên Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, ew serkirde û çekdarên DAIŞê “di hewla xwerêkxistinê de bûn bo têkdana aramiya Herêma Kurdistan, jiyana xelk û cîbicîkirina planên xwe” û amaje bi wê jî kir, “plan danîbûn xwe rêk bixin û amade bikin bo çend kirdeyên terorîstî li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebcê.”

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê diyar jî kiribû, ji ber selametiya lêkolînan, zanyarî hatine hildan û di pêşerojê de li ser vê mijarê bo raya giştî dê zanyarî bên belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin