Li Sêrtê 2 kesan leşkerî red kir

Li Sêrtê 2 kesan leşkerî red kir

Li bakurê Kurdistanê Sêrtê kesên bi navê Şerîf Polat û Îrfan Yildiz neyikirina wijdanîya xwe îlan kirin û gotin em naçin leşkerîyê nakin

A+A-

Şerîf Polatê 30 salî û Îrfan Yildizê 23 salî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê li dijî leşkerîya mecburî neyikirina wijdanîya xwe îlan kirin.

Yildiz û Polat li Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) şaxa Sêrtê di derheqê vê bîryara xwe de daxuyanîyek dan çapemenîyê. Yildiz dîyar kir ew ji Êlihê jidayîk bûye û rastî tundîya milîtarîst hatîye. Yildiz axaftina xwe wiha dom kir:

“Pereyên ku ji bo zikê mirovan divê bê xerç kirin, divê ji çek û fîşekan re neyê razandin. Ez red dikim.  Ez red dikim heta mar min vede serê xwe têxim xîzê.

Ez çi bixwazim dikarim li xwe bikim; heftreng, cîlên reş, cîlên sor. Lê ew kamuflajê li xwe kirinê li ser min dikim ferz red dikim. Talan kirina bi tundî ya mafên  jin, zarok, LGBTîyan red dikim

Ez red dikim ku li cem alîyen ji paşerojê heta niha li gelê Kurd îşkence dikin û êşê didin gelê Kurd. Ez neyikirina wijdanîya xwe îlan dikim û ez ê bi vê biryarê serbilimd bijim.”

Şerîf Polatê ji alîyê qeyûmê Sêrtê ji kar hatîye dûrxistin jî dîyar kir, dewleta ku mafê jîyanê nade wî ew ê jî leşkerîyê nake û li ti sazîyên dewletê naşixule. Polat got, şer leneteke ti destkeftîyê wê tune ye, tenê xirabîyê tîne û holana wê bi sedsalan dom dike.

Polat axaftina xwe wiha dom kir:

 “Mirin û kuştin ne tenê rêyek e û ne tiştekî pîroz e. Pergala ku gelê Kurd mîna gelên din wekhev be, kesên jiber ku jin û LGBTî ne neyên kuştin, kesên ku neyên kedlêşelandin bi hilweşandin û red kirina îdeolojîya pederşahî û heteroksîst pêkan e. Jiber vê yekê ez neyîkirê eijdanî me”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk mafê azadîya ol û wîjdanê dide. Lê belê ji alîyê hukumetê ev maf wê çawa û bi çi awayî bê bikaranîn nehatîye rêkûpêk kirin loma her tim îxlalên mafan derdikevin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin