Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû

Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku di 24 saetên dawîn de di zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê de reqoreke nû çêbûye. 

A+A-

 

Li gelek welatan hejmarên peketiyên vîrûsa koronayê dîsa zêde bûn. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku di 24 saetên dawîn de di zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê de reqoreke nû çêbûye.

Rêxistinê, destnîşan kir ku 307 hezar û 930 kes bi vîrûsê ketine û ji destpêka pandemiyê ve ev hejmara herî zêde ye. 

Reqora beriya niha di 6’ê îlonê de hatibû şikandin û di rojekê de 306 hezar û 857 kes bi vîrûsê ketibûn. Niha hejmara pêketiyan ji 28 milyonan derbas bûye û nîvê van pêketiyan li bakur û başûrê Amerîkayê ne. 

WELATÊN KU HERÎ ZÊDE MIROV BI VÎRÛSÊ KETINE

Li Hindistan, Amerîka û Brezîlyayê herî zêde mirov bi vîrûsê ketine. Li gorî vê li Hindistanê 94 hezar û 372 kes, li Amerîkayê 45 hezar û 523 kes û li Brezîlyayê jî 43 hezar û 718 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Li Amerîka û Hindistanê di seriya hezar kesî de mirov bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û li Brezîlyayê jî di 24 saetên dawîn de 873 kesan bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.  

Li seranserê Cîhanê di nav 24 saetên dawîn de 5 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest daye û 917 hezar û 417 kes jî bi vîrûsê ketine. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin