Li Rûsyayê agir bi kanzayeke komirê ketiye: 52 kes mirine

Li Rûsyayê agir bi kanzayeke komirê ketiye: 52 kes mirine

.

A+A-

Li Rûsyayê di kanzayeke komirê de qeza pêk hatiye. Li gorî zanyariyên destpêkê, 6 jê endamîn tîma rizgarkirinê, 52 kes mirine.

Li Rûsyayê di kanzayeke komirê de qezayek pêk hatiye. Li gorî medyaya herêmî, heta niha herî kêm 52 kes mirine.

Kanzaya navborî li herêma Kemorova ya Sîbîryayê ye. Ji ber agir bi kulekê ketiye qeza çêbûye û di destpêkê de 11 karker ji ber dixanê mirine.

Bi dehan karker di kanzayê de asê mane. Ekîbên rizgarkirinê xwestine karkeran rizgar bikin lê ew jî fetisîne û xebatên rizgarkirinê têk çûne.

Çavkaniyên serwîsa lezgîn ji medyayê re gotine ku heta niha ti kes nehatiye rizgarkirin.

49 kes birîndar bûne

Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, kanzaya Listvyazhnayayê 3 hezar û 500 kîlometre dûrî Moskowayê ye û li aliyê rojhilat dikeve.

Li gorî heman nûçeyê, piştî agir bi kanzayê dikeve, nêzîkî 285 karker ji kanzayê derdikevin û rizgar dibin.

Rayedaran diyar kiriye ku 49 kes jî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Rewşa çar karkeran ne baş e.

Sê kes hatine desteserkirin

Komîteya Lêpirsînê ya Herêmî diyar kiriye ku midûrê kanzayê û alîkarê wî jî di nav de 3 kes ji ber qezayê, hatine desteserkirin. Li Kemerovoyê ji bo 3 rojan wê şînê girê bidin.

Wladimîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew hêvî dikin heta ji destê wan tê, hejmareke zêde karkeran rizgar bikin.

Berê jî 13 kes miribûn

Di sala 2004an de li heman kanzayê teqînek pêk hatibû û 13 kes miribûn. Di sala 2007an de li Kemorovayê, di kanzaya Ulyanovskayayê teqînek pêk hatibû, zêdetirî 100 kesî, di sala 2010an de jî li kanzaya Raspadskayayê dîsa teqînek bûbû û zêdetirî 90 kesî miribûn.

Rayedaran di sala 2016an de lêkolîn li 58 kanzazayên komirê kirine. Di encama vê lêkolînê de derketibû holê ku, pirsgirêka ewlehiyê li ji sedî 34ên van kanzayan heye

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin