Li Rojavayê Kurdistanê piştî êrişa Tirkîyê krîzeke din jî rû daye

Li Rojavayê Kurdistanê piştî êrişa Tirkîyê krîzeke din jî rû daye

Tevî hemû krîzên ku piştî êrîşên Tirkîyê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê derketin, niha krîzeke din derketîye, ew jî kêmbûn û peydanekirina xanîyên bi kirê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sedema vê yekê jî hejmara zêde ya koçberan e. Ji bo ku ew koçber hinekî jîyana xwe baştir bikin, dixwazin biçin nav xanîyên kirê û ji xwe re karekê bikin, lê hejmara wan koçberan ewqasî zêde ye niha li bajarekî weke Qamişlo, xanîyên bi kirê bidest nakevin.

Vê yekê jî bandor li ser kirîya xanîyan kirîye, herçende bi hatina xelkê Serê Kanîyê, beşek ji welatîyên Qamişlo xanîyên xwe bê beramber dane wan, lê beşeke din jî, rewşa niha bi derfet zanine û kirîya xanîyan du qat zêde kirine.

Koçbereke bi navê Nesrîn Elî, dibêje, “Em ji Serê kanîyê ne û niha em li Qamişlo ne, me xanî kirê kirîye, kirîya xanî bûhaye, karê zarokên min li Serê Kanîyê bû lê niha li vir kar tune ye, meha xanî bi 50 hezarî ye,li ser me giran e.”

Rêveberîya Xweser kirêya her xanîyekî bi 30 hezar lîreyên sûrî wate 50 dolar weke bilintirîn ast destnîşan kirîye, dibêje jî her kesê ku ji wiha zêdetir, xanîyê xwe bide bi kirê, ew amade ne wî siza bidin dema ku sikala li dijî wî bê tomar kirin.

Serokê Yekîtîya Nivîsîngehên Avakirinê, Ednan Misewer, dîyar dike, “20-25 heta li hin taxên dûr bi 10 û 15 jî hene, her kesê zêde bide em ê wan ceze bikin.”

Jiber biryara Rêveberîya Xweser derbarê sizadana wan kesên ku xanîyan buha didin xelkê, girêbestên nehênî di navbera xwedîyên xanîyan û kesên xanîyan kirê dikin de çê dibin.

Ev jî di demekê de ye ku jiber êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê 2000 kes koçberî bajarê Qamişlo bûn û yên ku xanî bidest wan neketine, di nava kamp û dibistanan de dijîn.

Çavkanî: Vîvîyan Fettah-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin