Li rojavayê Kurdistanê krîza nan û firneyan

Li rojavayê Kurdistanê krîza nan û firneyan

.

A+A-

Ekrem Salih / K24

Careke din kirîza nan li bajarê Qamişlo û hesekê derketiye holê. Welatî bi zehmetî nan bi dest dixin. 6 firneyên taybet ango yên siyashî li Qamişlo dergehên xwe girtin. Xwedanên wan dibêjin divê rêvebirî çareyekê ji me re bibîne ji ber ku bi xisar kar dikin. Ard gelek biha ye lewra dixwazin heqê nanî zêdetir be. 

Careke din qeyrana nan li bajarê Qamişlo (Rojavayê Kurdistanê) û hesekê derketiye holê. Ji ber ku aborî xirab e welatî bi zehmetî nan bi dest dixin. 6 firneyên taybet ango yên siyasî li Qamişlo dergehên xwe girtin. Xwedanên wan dibêjin divê rêvebirî çareyekê ji me re bibîne ji ber ku bi xisar kar dikin. Ard gelek biha ye lewra dixwazin heqê nanî zêdetir be.

Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Xweser dibêje: "Ew nahêlin nan biha bibe. Ji ber ku hîn jî nirxê ard biha nebûye û wekî xwe ye. Nabe barê welatiyan jî giran bibe. Herwiha dide zanîn ku xwedanên firneyan ne li gorî asta pêwîst nanê xwe çêdikin."

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin: "Em nema nan peyda dikin, em ji demjimêrên sibehê ve li ber dergehê firneyan e da ku em 2 nanan bi dest bixin" Belê xelk daxwaza çareseriyê dike.

Di nav vê aboriya xirab de eger firne werin girtin, yan jî eger nan biha bibe, li herdû aliyan zirar li welatiyan tê. Xwedanên firneyan daxwaza bihabûnê dikin tevî ku nan buha ye, û rêvebirî jî wan tewanbar dike bi firotina ardî, bêyî ku çareyekê pêşkêş bike.

Qeyrana aborî û giraniya nanî li Rojavayê kurdistanê berdewam e. welatî gazinn dikin û xwedanên firneyan dixwazin ku nan biha bibe û rêvebirî jî nahêle biha bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin