Li Rojava 2 wefat û 120 pêketiyên koronayê hene

Li Rojava 2 wefat û 120 pêketiyên koronayê hene

.

A+A-

Li Rojiavayê Kurdistanê (Binxetê) bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê 2 kes wefat kirine û 120 kesên din bi Kovid-19 ê ketine. Desteya Tenduristiyê ya bi ser Rêvebiriya Xweser got ku di 24 sietên dawiyê de li devera Şehbayê 2 kes jiyana xwe ji dest dane û li seranserê Binxetê 120 kes nexweş ketine.

Li gor ragihandina desteya tensuristiyê ji nexweşên nû 12 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 21 kes li Kobanî, 26 li Tebqa, 13 li Reqa, 13 li Dêrazorê, 4 li Minbicê û 17 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa got ku di nav 24 sietan de 14 nexweşên pandemiyê baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin